Komeleya 10 Ekîmê ‘Rêberiya Krîzê’ ava kir 2017-02-01 13:38:01 ENQERE - 10 EKÎM-DER ji zanîn û serpêhtiyên xwe “Rêberiya Krîzê” ava kir û pêşniyar kir ku li qadên mîtîngan kon bên vedan û ambulans li qadê amade bin. Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya On Ekîmê (10 EKÎM-DER) di encama xebatên ji bo di dema mirov bi afetan re rû bi rû dibe û pêşî li binpêkirinên mafan ên piştî bûyeran li Tirkiyeyê tên jiyîn bigirin “Rêberiya Krîzê” ava kir. Di rêberiya krîzê de pêşniyara ji ber di dema qetlîama 10’ê cotmehê de beriya ambulansan TOMA hatin cihê bûyerê, “Li qadên mîtîngan, kesên ku mîtîngê li darxistin divê ambulans û komên beşa lezgîn ava bikin” kir. Li gorî agahiyên ku li ser rûpela fermî ya komeleyê ne û riyên çareseriya pirsgirêkan nîşan dide, Rêveberiya Krîzê ku ji ber krîzên tên jiyîn hatiye avakirin hedef dike ku li qadan ji pêwîstiyan re bibe bersiv. ZANIST Û DANEHEVÊN XWE PARVE DIKIN Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew di pêvajoyên erhejên Wan, Duzce û Golcukê de, her wiha alîkariya ji bo koçberên şerê Sûriyeyê, piştî qetlîama Pirsûs û Enqereyê ya 10’ê Cotmehê, ji dildar, rêxistinên saziyên civaka sivî, sazî û komeleyan zutir dikarin xizmeta mirovan bikin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew di demên awarte de bi kesên ji qetlîaman bandor dibin re dinava piştevaniyê dene, wan di pêvajoyên peydakirina xurek, pêwîstî û rêvebirinê de cih girtine, peywira vê rêveberiyê ew e ku zanistên xwe yên vê demê bixin bin qeydkirinê û armanc dikin ku di pêvajoyên heman rengî de bi zanistên xwe rêxistinên civaka sivîl û dildaran bihêz bikin. Hat diyarkirin ku rêveberiya hatiye avakirin ji pêşketin û çalakbûnê re vekiriye û xwestin hemû kes nêrîn û fikrên xwe heta 25’ê Sibatê bişînin navnîşana krizrehberi@gmail.com . Di Rêveberiyê de ev agahiyên pratik û jiyanî hatin parvekirin. LI QADÊN MÎTÎNGÊ BILA AMBULANSÊN WE HEBIN *Divê perwerdehiya alîkariya pêşîn bê girtin. Divê saziyên civakî, komele, şaredarî û STO perwerdehiya alîkariya pêşîn bide endamên xwe. Divê perwerdehiya alîkariya pêşîn di mufredatê de cih bigirie ji berk u alîkariya pêşiyan jiyanê xelas dike. Divê hemû STO, sendika, sazî û komele lîsteya gruba xwînê ya endamên xwe ava bike. *Di qaên krîzên girseyî de ger pêwîstiya xwînê cih de were pêkanîn dê jiyana xilas bike. Di felaketên xwezayî û qetlîamên girseyî de ger pêwîstiya xwînê cih de were pêkanîn dê jiyana xilas bike. Divê beriya krîzê dê çawa pêwîstiya xwînê pêk bînin hatibe destnîşankirin. Ger di dema krîzan de gruba xwînê ya birîndaran bê tesbîtkirin dê beşê girîng ê alîkariya pêşiyê bê bi cih anîn. *Di otobusên ku diçin daqên çalakiyê de ‘divê dema krîzê bê fikrandin û dolabek a dermanan têde bê bicihkirin.’ Di dema mîtîng û rewşên ku li jor hatine îfadekirin de divê danîna konên mudaxelaya lezgîn û tendirûstiyê bên vedan û divê beriya çalakiyê pêkanîn û tatbikat bê kirin. Divê di mîtîngên mezin ên ku ji walîtiyê destû hatiye girtin de ambulans bên bicihkirin.