'Em ji ber xebatên serkeftî yên şaredariyê hatin girtin’ 2017-02-01 14:19:26 AMED - Hevşaredarê Wêranşarê Emrullah Cîn ê di “Doza sereke ya KCK’ê” de parastina xwe kir, diyar kir ku ew ji ber xebatên serkeftî yên 10 salên şaredariyê hatine girtin. Di sala 2009'an de di bin navê "KCK"ê de operasyon hatin lidarxistin û piştî van operasyonan der barê 154 siyasetmedarên kurd de doz hatibû vekirin û rûniştina dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam kir. Hevşaredarê Wêranşarê Emrullah Cîn ku ji ber dozek din li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê girtiye, bi riya SEGBÎS’ê tevlî dozê bû û di dozê de parêzerê wî Bariş Yavuz amade bû. Piştî tesbîta nasnameyan Emrullah Cîn derbarê bingeha dozê de parastina xwe kir û bi bîrxist Yeketiya Şaredariyên Anatolyaya Başûrê Rojhilat (GABB) di sala 1994’an de bi fermana Wezirê Karê Hundir hatiye avakirin ku di îdîanameyê de wekî “derveyî qanûnê” ye û da zanîn ku ev komele koordinasyona di navabera şaredariyên Başûrê Rojhilat dike û perwede daye xebatkarên şaredariyê. Cîn, da zanîn ku ji ber ji maeşê xwe pere daye partiya xwe ya hatiye girtin DTP’ê tê sûcdarkirin û wiha got: “Ligel ku biryara nevenda giştî ye jî ji be ku min ji meaşê xwe pere daye partiya xwe ev wekî ‘derveyî qanûnê’ tê nişandan. Dema ez di sala 2004’an de hatim hilbijartin û min Serokatiya Şaredariya Wêranşarê girt, meaşê 24 xebatkaran ne hatibû dayîn û pirsgirêkên cidî yên binerd ên baja hebûn. Min pereye 24 mehan ê xebatkarên şaredariyê da. Min li bajar navenda çand û hünere û geremola halê vekir. Min 500 metrekarê cihê şînahiyê kir 4 hezar 500 metrekare. Rêjeya kanalîzasyone ya ji sedî 7 kir ji sedî 85-90, pêwîstiya ava vexwarinê ji sedî 10 kir ji sedî 90. Min butçeya şaredariyê kir trilyon. Di encama van xizmetan de hatim girtin. Ez mereq dikim ku kesên ev îdîaname amadekirine li ku ne. Min 10 salan serokatiya şaredariyê kir ji ber serkeftî bûm hatim girtin. Sûcdarî razberin, bê bingeh û bêhiqûqî ne. Ez derqanûnî kirina xebatên şaredariyê qebûl nakim. Beriya niha min belgeyên vê dabûn. Ez daxwaza berdana xwe dikim.” 'QEYMEQAM Û WALIYÊ SEROKÊN ŞAREDARIYAN REKIRIN GABB'Ê JÎ...’ Pişt re parêzerê Cîn Bariş Yavuz parastin kir û wiha got: “Ji bo xebatkarên şaredariyê tevlî civîna li GABB’ê hat kirin bibin Waliyê Rihayê yê wê demê û Qeymeqamê Wêranşarê nivîs ji şaredariyan re şandiye. Serokê şaredariyê yê gotiye biçin civîna GABB’ê niha dê darizandin. Çima waliyê wê demê û qeymeqamê ku ji bo biçin nivîs şandine nayên darizandin. Ligel me dosyayek ku nîşan dide sûcdarî bêbingehin radest kiriye jî hêjî bi van sûcdariyan muwekîlê min tê darizandin. Em div ê dozê de parastina tunebûnê dikin. Hemû delil derewin û niyeta mirovan dixwînin. Di dozên cezayan de niyet nayê darizandin. Ligel me bi belgeyan nîşan da ku sûcdarî bê bingehin jî ev îdîa di mutaladê de hatine bicihkirin. Yên ku divê bên darizandin polîs, dadger û dozgerên FETO yên ku hiqûq li gorî xwe dane meşandinin.” Yavuz, daxwaza berdana mûwekîlê xwe kir. Heyeta dadgehê piştî parastinan doz taloqî roja Înê kir.