Yuksekdag: Divê Serokomar jî bi min re bê darizandin 2017-02-01 14:30:42 RIHA - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku ji ber gotinên der barê PYD'ê de tê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat darizandin bi riya SEGBÎS’ê parastin kir û got: "Ger ku ez ji vî sucî têm darizandin divê divê Serkwezîrê wê demê Davutoglu, musteşar û Serokomar jî li gel min bên darizandin." Rûniştina doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a têkildarî axaftina wê ya di 20'ê tîrmeha 2015'an de li Pirsûsê kiribû li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat dîtin. Yuksekdag ku bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propaganda rêxistinê" tê darisandin ji Girtîgeha Tîpa F a Kandira bi riya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina dozê bû. Di rûniştinê de Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Mahmut Togrul jî amade bû. 'PYD KENGÎ BÛ RÊXISTINA TERORÊ' Ji parêzera Yuksekdag Sevda Çelik Ozbîngol parastin kir û diyar kir ku îdîaname bi rêbaza kopî bike û bizeliqîne" hatiye amadekirin û wiha got: "Tenê delîla şênber wêneyekî Yuksekdag ê li ser dikê ye. Em dixwazin fêr bibin ku YPG û PYD kengî wekî teror hat qebûlkirin. Em dixwazin Yuksekdag beraet bibe. Prz. Dilara Înan jî diyar kir ku ew ji heyeta dadgehê dixwazin ku bêyî têkevin bin bandora siyasî darizandinek serbixwe bê kirin û wiha got: "Muvekkila min ji endamtiya rêxistinê tê darizandin. Ji bo bibe endama rêxistinê divê hîyarerşiya ferman û pêkanînê têkeve meriyetê. Ji ber ku pêkanîna sûc bi vî rengî pêk nehatiye ev nayê qebûlkirin. 'DIVÊ EZ BI ERDOGAN RE BÊM DARIZANDIN' Yuksekdag jî parastin kir û wiha got: "Ger ku îro bi Kurdan re îtîfaqek rast û bi tenduristî hatibûya kirin dê halê Tirkiye ne ev hal bûya. Ez gotinên xwe yên wê demê dîsa diparêzim. Ez ji rastiya wê jî bawer dikim. Wê demê hikûmetê bi YPG û PYD'ê re bazar dikir. Peyman çêdikirin. Bi tahliyekirina Turbeya Suleyman Şah re rû bi rû bûn. Em ji wekî HDP'ê ketin dewrê. PYD û YPG'ê ji bo Turbeya Suleyman Şah bînin Eşme rol lîst. Me wê demê ji vê yekê re got "Ruhê Eşme" Çiqas dem di ser de derbas bû. Wê demê ji PYD'ê re nedigotin 'teror' Ji YPG'ê re nedigotin 'terorist'. Di navbera PYD û hikûmetê de bazar hat kirin. Serokê hêza siyasî ya rêxistina ku jêre dibêjin ‘Rêxistina terorê" Salih Muslim dawetî Stenbolê kirin û li Stenbolê hat pêşwazîkirin. Axaftina min li ber vê pêşwazîkirinê çiye? Bi serokê "Rêxistina Terorê" re hevdîtin kirin. Li Stenbolê pêre protokol" pêk anîn. Dema min di 19-20'ê Tîrmehê de axaftin kir çi bûbû? Di 7'ê Hezîranê de HDP'ê di hilbijartinê de serkeftin bi dest xistibû. Ji ber vê yekê xwestin me wekî teror nîşan bidin. Gelo ev dozgerê der barê min de ev îdîaname amadekiriye dê der barê kesên 100 qat ji min wêdetir axivîr de dozê veke? Ger ku ez îro ji vê yekê dêm darizandin, divê Serokwezîrê wê demê Davutoglu, musteşar, Serokomar jî bi min re bên darizandin. Di vir de durûtiya îktîdarê heye. Li vir biryara rast beraet e." Heyeta dadgehê daxwaza parêzern a "YPG û PYD kengî wekî rêxistina terorê hatin qebûlkirin" red kir. Heyetê piştî navberê doz taloqî 16'ê Adara 2017'an kir. Piştî rûniştina dozê Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, li ber deriyê edliyê daxuyanî da û wiha got: "Dixwazin tola xwe ji seyaseta kurd hilgirin. Ev di doza Yuksekdag de xuya dibe. Îktîdara AKP'ê dixwazebi hêza daraz, polîs û leşkeriyê siyaseta kurd têxe bin zextan. Dema em li dozê dinerin em dibînin ku li gorî zimanê pêvajoyê pêş dikevin. Ev darizandin ne hiqûqî ye. Em vê darizandinê qebûl nakin. AKP berîya biçe referandumê dixwaze rêya li pêş xwe paqij bike.