Hevseroka DBP'a Wanê Şeker hat binçavkirin 2017-02-01 14:34:51 WAN - Hevseroka DBP'ê ya Wanê Sevinç Şeker li mala xwe hat binçavkirin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Sevinç Şeker, li mala xwe ya Taxa Yali ya Navçeya Îpekyolu ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Polîsan bi ser mala Şeker de girt û ew birin Midûriyeta Polîsan a Wanê. Sedema binçavkirina Şeker nehat zanîn.