Dadgehê doza êrîşa zayendî şand cezayê giran 2017-02-01 14:51:22 STENBOL - Doza Mert Onayli ê ku ji ber “êrîşa zayendî” li 16’emîn Dadgeha Cezayê Aslî dihat darizandin bi biryara “ewlehiye” şandin Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê. Doza Mert Onayli yê dema li dijî Ebru Okçu êrîşa zayendî pek anî zimanê wî jêbû li 16’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Buyukçekmeçê hat dîtin. Okçu û parêzerê gazindekar tevlî dozê bûn û Onayli tevlî dozê nebû. Parêzerên gazindeker ên Okçu Zehra Şahîl û Leyle Nacak xwestin ku Onayli be girtin û dadgeh doze bi biryara bêewlehiyê bişînin dadgeha cezayê giran. Li ser daxwaza parêzeran heyeta dadgehê darizandin bi dawî kir û biryar aşkera kir. Heyata dadgehê di biryarê de wiha got: “Her çiqas ji bo bersûc Mert Onayli ji bo bê darizandin li dadgeha me doz hatibe vekirin jî, me biryar daye ku bersûc Mert Onayli li gorî madeyên 102/2, 53 ên TC bê darizandin, darizandina mijara gotinê li dadgehên yekemîn ên edlî û dadgehên herêmîn yên bi hêjmara 5235’in, ligorî pêwîstiyên Qanûna Derbarê Rayeye Peywirê ya 12’yemîn de, di çarçoveya peywira Dadgeha Cezayê Giran de dimîne, ji ber nirxandina delîl û raye di destê Dadgeha Cezayê Giran de bi madeya 3,4,5 a hejmar 5271 a CMK'ê dadgeha me bêdarizandin maye.” Dadgehê dosya şand Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê.