5 kes hatin binçavkirin 2017-02-01 15:15:05 ŞIRNEX - Li Cizîrê di serdegirtinên malan de 5 welatî hatin binçavkirin. Li taxên Dîcle, Cûdî û Nûr ên navçeya Cizîr a Şirnex di serdegirtinên malan welatiyên bi navê Emîn Heycan, Îsmaîl Guleş, Salîh Dayan, Sûltan Aykût û xebatkarê çayxaneya HDP’ê yê Cizîrê Abdulkerîm Pozan hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina welatiyên hatine binçavkirin nehat zanîn û her 5 welatî li Miduriyeta Polîsan a Cizîrê tên ragirtin.