Lêgerîna tazî qebûl nekir hat derbkirin 2017-02-01 16:48:25 WAN - Girtiyê bi navê Farhang Mîrzaiye yê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir ji aliyê gardiyanan ve hat derbkirin. Girtiyê bi navê Farhang Mîrzaiye yê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Wanê hat kirin ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekin ji aliyê gardiyanan ve hate derbkirin. Mîrzaiyê ye di 25'ê çileyê ji girtîgehekî hate sewqkirin ji ber ku "rûmetê dişikîne" lêgerîna tazî qebûl nekir rastî êrîşa 5 gardiyanan hat, ji ber derbê lêva wî birîndar bûye, di bedena wî de jî şopên derbê hene. Hate hînbûn ku piştî derbê Mîrzaiye ji bijîşk rapor girtiye û der barê berpirsyaran de li dozgerê girtîgehê gilî kiriye.