Wesayîtên zirxî sewqî Sîlopiyê hatin kirin 2017-02-01 16:57:48 ŞIRNEX - Ji Cizîrê gelek wesayîtên leşkerî ber bi Silopî ve hatin sewqkirin. Di navbera navçeyên Cizîr û Silopî yên Şirnex de tevgera leşkerî. Derdora saet 12.00'an û saet 16.30'an gelek wesayîtên tîpa kîrpî ji Cizîrê sewqî Silopî hatin. Hate hînbûn ku wesayîtên hatine sewqkirin li Tabûra Tankan a bajaroka Tilqebîn hatine bicihkirin.