Walîtîya Edeneyê mehekê çalakî qedexe kir 2017-02-02 07:53:17 EDENE - Walîtîya Edeneyê heta mehekê li 7 herêmên bajar hemû çalakî û bernameyên girseyî qedexe kir. Walîtiya Edeneye bi daxuyaniyek nivîskî aşkere kir ku li 7 herêmên cuda yên bajar heta mehekê hemû çalakî û şaniyên girseyî hatine qedexekirin. Walîtîyê da zanîn ku ji 1'ê Sibatê heta 28'ê Sibatê hemû bername û çalakî qedexe kirine. * Qadên vala yên li pêşiya Walîtiyê û pêşiya Midûriya polîsan ên Edeneyê, Otoparka li kolana Erdal Acetê a taxa Doşeme . * Parka Sabahattin Zaim û derdora midûriyeta polisan a bajar û du otoparkê li tenişta wê. * Parka Înonu û der dorê avahiya Edliyeya Edeneyê. * Derdora avahiya Edliye ya li qada Qada Ege Bagaturê * Derdora qada Qişlaya Orgeneral Temel Cingoz * Derdora Qişlaya Orgeneral İzzetin Çalişlar. * Derdora Fermandariya 10'emîn Tanker a încirlikê û Balafirgeha Încirlikê * Derdora Sefaretxaneya DYA ya Edeneyê.