Bîrlîk: Şirnexî dê ji bo wahşeta jêrzemînê bêjin ‘Na’ 2017-02-02 08:06:25 AMED - Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk derbarê xebatên referandumê anî ziman ku gelê Şirnexê dê li hemberî polîtîkayên hikûmetê di hilbijartinê de bêjin ‘Na’ û got: “Gelê Botanê ji bo zarokên xwe yên jêrzemînên wahşetê de û ji bo Zaroka Mîray bêjin ‘Na’.” Ji aliyê KCD, HDK, TJA, DBP û HDP’ê ve tekîldarî hilbijartinên referandumê biryara ‘Na’ hat girtin û di vê çarçevoyê de xebatên xwe dan destpê kirin. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk ku 4’ê Mijdar 2016’an de hat girtin û 2 mehan girtî ma, li ser rewşa Botanê ku gelek caran qedexeya derketina kolanan hat îlankirin û şer û pevçûnên dijwar qewimî, di encamê de gelek kuştin pêk hat, her wiha rewşa 2 salên dawî xwe nîşandana sindoqan nirxand. ‘REFERANDUM PIŞTÎ 7’Ê HEZÎRANÊ XISTIN ROJEVA XWE’ Bîrlîk anî ziman ku hikûmet pêvajoya referandumê piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê xistiye rojeva xwe û wiha destpê nirxandinê kir: “Armanca wan hikûmetê ji holê rakirina siyaseta kurd e. Binçavkirin û girtina parlementeran jî di çarçevoya referandumê de ye. Ji ber ku siyaseta kurd ji faşîzm û dîktaya AKP’ê re bû asteng, her wiha gelê kurd AKP’ê xist zoriyê de. Kurd bi tewahî li hemberî vê pêvajoyê berxwedan. Li Cizîr, Şirnex, Nisêbîn û Sûr ji ber vê yekê berxwedanê bilind kir.” ‘BILA LI DÎROKÊ BINÊRIN…’ Bîrlîk balkişan ser girtina parlementerên HDP’yî û wiha pê de çû: “Bi girtina parlementeran dixwazin li pêşiya ‘Na’ ya ku ji referandumê derbikeve bibin asteng. Ji ber vê yekê êrîşê siyaseta kurd dikin. Hê hevserokên giştî ji nav de 10 parlementer girtî ne. Parlementeran dadgehan ase dikin û ji gel dûr dixin. Ji mûxalefeta gelê kurd, siyaset û jinên kurd ditirsin. Lê tiştek ji bîr dikin, li dîrokê nanêrin. Dema ku dîrokê binêrin, dê bizanin ku nikarin gelê kurd bi girtin, hilweşandin û qetilkirinê ji holê rakin.” ‘JI ‘NA’ YA JINAN DITIRSIN’ Bîrlîk da zanîn gelê kurd di referandumê de gotina ‘Na’ bi biryarin û axaftina xwe wiha domand: “Ji ‘Na’ ya jin û ciwanên rihê kolanan ditirsin. Ji ber vê yekê êrîşê hilbijêrên gel dikin. Armanca wan jî ji referandumê ‘Erê’ derxistin e. Îro rewşa darbeya 1980’an de makezagon tê derxistin. Bi şer, şîdet, tirs, girtin û îşkenceyê re dixwazin makezagon derbêxin. Heman rewşa darbeya 80’an tê avakirin. Ji ber makezagona nû dive qada demokrasiyê bê avakirin. Di rewşek antîdemokratîk makezagon nayê derxistin.” ‘DÊ JI BO ZAROKÊN JÊRZEMÎNÊ BÊJIN ‘NA’ Bîrlîk destnîşan kir ku rewşa salên dawî ya bi qedexeya derketina kolanan re li Botanê derbas bûyî ji gotina ‘Na’ re bese û wiha berdewam kir: “Gelê Botanê polîtîkayên hikumetê baş naskir û şahidiya her tiştê kir. Gel dît ku îktîdara faşîst çi bi xwe re tîne. Baweriya gel ji hikumetê re ne maye, gelê ku ev 2 sale li hember hikumetê ber xwe dide. Ev gel dê ji ber zarokên xwe yên di jêrzemînên wahşetê de hatî qetilkirin dê bêjin ‘Na’, dê ji ber sebiya Mîray ya 3 mehî ku hatî qetilkirin bêjin ‘Na’. Sekna gelê Botanê wisa ye. Lê daxwaza gelê Botanê ya aştiyê jî hertim daxwaza sereke ye.” Bîrlîk herî dawî anî ziman ku gelê Botanê li gel şer û pevçûnên dijwar li ser piyan e û got ku gelê Botanê dê li hemberî polîtîkayên hikumetê bi gotina ‘Na’ bersiv bidin. Ozgur Paksoy - dihaber