Mor Dayanişma dê mal bi mal 'Na'yê bi rêxistin bike 2017-02-02 08:14:16 STENBOL - Mor Dayanişma, bi gelek torên ku li her du aliyên Stenbolê ava kirine mal bi mal digere û sedema "Na"yê vedibêje. Dê jin wiha bibêjin: "Me pêşmala metbaxê kir pelerîn û em ber bi azadiyê ve dimeşin." Yek ji derdorên ku dengê "Na"yê yê li dijî referandûmê bilind dikin jî jin in û bi rêxistinkirina kampanyayên "Na"yê re temasî hev dikin. Yek ji vana jî bi şîara "Me pêşmala metbaxê kir pelerîn û em ber bi azadiyê ve dimeşin" Mor Dayanişma ye. Jinên di nav Mor Dayanişmayê de cih digirin, bi gelek jinên derdorên cuda re bi torên ku li her du aliyên Stenbolê ava kirine, tax bi tax, mal bi mal digerin û sedema ji bo çi dibêjin "Na" vedibêjin. Endama Mor Dayanişmayê Cemile Baklaci têkildarî kampanyaya dane destpêkirin axivî. ‘DÊ JI EZABÊ DOJEHÊ GIRANTIR PÊVAJOYEKÊ BIDE DESTPÊKIRIN' Baklaci, diyar kir ku di riya ber bi pêvajoya referandûmê ve diçe de ji bo jin xwedî li jiyana xwe derkevin wan kampanyaya "Na"yê daye destpêkirin û got, ew tax bi tax, mal bi mal digerin û vê pêvajoyê bi jinan re nîqaş dikin. Baklaci wiha got: "Bi guherandina rejîmê re, ji niha û pê ve em ê rastî pêvajoyeke ku ji ezabê dojehê xeraptir e bên. Ji ber vê yekê, ji bo em li dijî vê pêvajoyê bi hev re bitêkoşin, em bi jinan re yeko yeko hevdîtinê çêdikin. Ji xwe ev demeke dirêj e jin vê pêvajoya bisancû dijîn û ji bo êdî nejîn diqîrin." ‘LI HER DU ALIYÊN STENBOLÊ ME DEST BI XEBATAN KIR' Baklaci, da zanîn ku ew ê civaka medyayî bi awayekî çalak bixebitînin û ew ê mal bi mal bigerin û jinan bînin gel hev û wiha domand: "Me li gelek semtên Stenbolê dest bi van xebatan kir. Me ewil ji Hêla Ewropayê ji Taxa Geziyê, Alibeykoy, Karayollari, Sariyer, beşiktaş, Taksîm, Nûrtepeyê dest pê kir û wisa diome. Li Hêla Anatolyayê jî dê li Maltepe, Kartal, Pendîk, Kadikoyê ev xebat bidomin. Em ê herêm bi herêm bidomînin. Em ê li semta Nûrtepeyê hemû jinên têkoşîna jinan didin bînin gel hev û em ê bi hemû komeleyan re van xebatan bimeşînin. Dê ev pêvajoya referandûmê nasnameya siyasî çi dibe bila bibe bandorê li her kesî bike. Dê me ji kuçeyan hepsî malan bikin û dê rojên hîn xerabtir bên. Ji ber vê em ê bi hemû jinên xwe gihandine wan re xebatan bidin meşandin." ‘JI BO BÊHN STENDINÊ JI REJÎMA SEROKATIYÊ RE NA' Baklaci, bang li hemû jinan kir da li dor "Na"yê bigihên hev û wiha got: "Ji tacîz û tecawizê re na, ji bo em bijîn na, ji bo me xwedî li kuçeyan derkevin, bêhnê bistînin em ji rejîma serokatiyê re dibêjin na."