Ciwanên Enqereyê dibêjin 'Na' 2017-02-02 09:20:18 ENQERE - Ciwanên Enqereyê beriya xebatên referandumê dest pê bike ji niha de gotin "Na". Hêj dîroka referandumê bi awayekî fermî diyar nebûye, lê ji niha de hiqaşên referanduma Qanûna Bingehîn dest pê kir. Piştî AK Parti û MHP bûn yek û ji bo xalên Qanuna Bingehîn bên guhertin di meclîsê re derbas kirin, çavê her kesî çû ser referandumê. Ji niha de piraniya civakê li dijî guhertina qanûnê ye û diyar dikin ku dê di referandumê de bêjin "Na" Ciwanên Enqereyê jî beriya referandumê fikrên xwe aşkere kirin û gotin ew dibêjin "Na". Ciwanên Enqere yên dibêjin na Sedema "çima Na" ji dihaberê re parvekirin. HevBerdevkê Demî yê Tevgera Xwendekarên Sosyalîst (SOH), Utku Can Şimşek, diyar kir ku ji bo hemû erk û raye di destê yek mirovî de kom nebin dê bêjin "Na" û wiha got: "Serokomar Erdogan bi pergala Serokdewletiyê dixwaze her kesî têxe bin hîmaya xwe. Dixwaze bibe sultanê her kesî. Ji bo ewlehiya civakê bê parastin em dê bêjin "Na" . DI HER QADÊ JIYANÊ DE 'NA' BI RÊXISTIN DIKIN Şîmşek, diyar kir ku piştî niqaşên guhertina Qanûna Bing dest pê kir û heta niha li her qadên jiyanê xebatên "Na" dimeşînin û wiha got: "Em dixwazin di her qadên jiyanê de "Na" bi rêxistin bikin. Em wekî ciwanan li Zanîngehan, kolanan, qadan, li her qadên ku em lê dijîn li dijî zextên Qesrê yên li ser ciwanan xwe bi rêxistin dikin." 'EM DÊ RASTIYAN VEBÊJIN' Endama Hêzen Şoreşger ên Ciwanan (GDG) Ozge Tekîn jî diyar kir ku guhertina qanûna bingehîn ne helwestek demokratîk e wiha got: “Em dê li dijî vê pergala faşist û polîtîkayên AKP'ê bêjin Na. Ji roja AKP hatiye ser îktîdarê heta niha komkujî kuştin û suikast zêde bûn. Ji şerê heyî zarok, jin, ciwan û hemû beşên civakê ketin bin bandorê. Ji ber vê yekê em Qanûna Bingehîn ku AKP bine qebûl nakin. Em dê vê têkoşînê mezin bikin û rastiyê ji gel re bêjin." 'EM DEST BIDIN HEV Û MAL BI MAL BIGERIN' Endama Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalist (SGDF) Berfin Ayirkan jî diyar kir ku piştî hewldana darbeyê Ak Partiyê OHAL xist meriyetê û wiha got: "Tiştê ku niha bi serê me de tên encama "Erê ye" Jin, ciwan, zarok hatin kuştin, Ger ku em kuştin, taciz û binpêkirina mafan naxwazin divê em bêjin "Na" Pêwiste di vê pêvajoyê de em li dijî polîtîkayên AKP'ê rawestin û dijberi wê têkoşîna xwe xurt bikin. Me li kolanan hêzek xurt a rêxistinê ava kir. Kesên li bendê ne em bêdeng bibin û bitirsin dê her bisekinin. Em ji Serokdewletiyê re dibêjin "Na" Em pêşerojek bi ewle û edalet dixwazin. Em dê kesên dibêjin "Na" bêtir bi rêxistin bikin. Em dê her kesî bêtir bi rêxistin bikin û hêzea Na xurt bikin. Em dê li dijî cînayetên kar, betalî, nelirêtî, birçîbûn, cînayetên jinan, tacîzciyên zarokan, li dijî "Erê" têbikoşin û "Na" bi rêxistin bikin. Wekî ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş gotiye em dê mal bi mal bigerin destê xwe bidin hev û rastiyê bêjin." Nûnera Înîsiyatifa Ciwanen Şoreşger ên Enqereyê Burak Tel jî bal kişand ser zextên li ser ciwanan û ani ziman ku pergal bandorê li ser hemû ciwanan dike û wiha got: "Niha dixwazin pergala Serokdewletiyê li ser civakê ferz bikin. Hemû hêzên muxalif bê navber tên binçavkirin. Girtî rastî zextan tên. Em dê li dijî hemû zextan di ber xwe bidin. Em dê li her qatê têkoşîn û rêxistina xwe xurt bikin û em dê bêjin "Na"