Ji ber ku binpêkirinên mafan anîn rojevê, lêpirsîn li parêzer vekir 2017-02-02 09:20:45 MÊRSÎN - Parêzer Mehmet Altuntaş ji ber tevlî daxuyaniya der barê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê bû, der barê wî de bi sûcdariya “xwedî li alîgirên rêxistinê yên li girtîgehê derketiye” lêpirsîn hat vekirin. Parêzer Mehmet Altuntaş ji ber bi endamên Komîsyona Meclîsa Girtîgehan, Parlanemterên HDP’ê Besîme Konca û Ayşe Acar Başaran tevlî daxuyaniya der barê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê ya di 30’ê Tîrmeha 2016’an de hat dayîn bûye, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Tarsûsê ve der barê wî de bi sûcdariya “xwedî li alîgirên rêxistinê yên li girtîgehê derketiye” lêpirsîn hat destpêkirin. ‘YÊ SÛCDAR RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ YE’ Parêzer Altuntaş ku hevdîtina mûwekîlên wî yên girtîgehê hatiye qedexekirin, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê sûc dike û wiha got: “Ez ne ji ber kesên li girtîgehê ne alîgirên kî ne ji ber mûwekîlên min û mirov in min eleqedar dike.”