Ji bo Uca biryara bi zorê anînê 2017-02-02 10:26:58 AMED - Ji bo parlamentera HDP'ê Feleknas Uca ku beşdarî doza xwe ya bi 15 salan tê darizandin nebû biryara "bi zorê anînê" hat dayîn. Hate hînbûn ku Uca ya welatiya Almanyayê ye ku li bendê bû îro bi Serokwezîra Almanyayê Merkel re hevdîtinê pêk bîne ji ber nexweşiya xwe bernameya xwe betal kiriye, Wezareta Dadê jî balkêş e ji bo pêşkîşî Merkel bike ji dadgehê agahî xwest. Doza ku der barê parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca de ji ber ku beşdarî 6 meş, daxuyaniyan bûye û axiviye bi daxwaza ji heta 15 salan cezayê hatibû vekirin li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Piştî ku destnedayînên parlamenteran hate rakirin 6 fezlekeyên ku der barê Uca de hatibûn amadekirin, kirin yek û doz hatibû vekirin. Di doza ku Uca beşdar nebû de parêzerên Uca Mehmet Emîn Aktar û Ferhat Kilinç beşdar bûn. Piştî tespîta nasnameya û xwendina îdianameyê parêzer axivîn. Parêzer Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku hê destnedayîna muwekîla wî heye û anî ziman ku ev sererastkirin li dijî qanûna bingehîne, qanûna bingehîn hatiye binpêkirin. XWEST DARIZANDIN BÊ RAWESTANDIN Aktar destnîşan kir ku 6 fezlekeyên ku der barê muwekîla wî de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" kirine yek û bi "endamtiya rêxistinê" doz hatiye vekirin, destnedayîna muwekîla wî hatibe rakirin jî divê dozên doza bihata vekirin. Aktar xwest ku ji meclîsê re nivîs bê şandin û heta ku ji meclîsê biryarek bê girtin darizandin bê rawestandin. Parêzer Ferhat Kilinç jî got ku fezlekeyên ku ji ber "propagandayê" hatine amadekirin veguherandina "endamtiya rêxistinê" derveyî qanûn û usulê ye, sucê propagandayê nikare veguherînin endamtiya rêxistinê. Dozgerê li ser esasê nêrîna xwe aşkera kir xwest daxwaza parêzeran bê redkirin û der barê Uca de biryara "bi zorê anînê" bê derxistin. Heyeta dadgehê piştre biryara xwe aşkera kir û daxwaza parêzeran red kir û der barê Uca de biryara " bi zorê anînê" da. DÊ BI MERKEL RE HEVDÎTIN PÊK BIANIYA Hate hînbûn ku Uca ya welatiya Almanyayê ye dê îro bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel a bê Tirkiyeyê re hevdîtin pêk bianiya lê ji ber nexweşiya xwe bernameya xwe betal kiriye. Hate hînbûn ku Wezadeta Dadê têkîldarî doza ji dadgeha ku tê darizandin agahî xwestiye û dê van agahiyan bi Merkel re parve bikin.