Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya sûc hat hesibandin 2017-02-02 10:33:45 WAN - Belavkarê rojnameya Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasî Hasan Duma ku li Wanê hat girtin, rojnameyên li ser hatin girtin û lîsteya aboneyan hat îdîakirin ku “belgeyên rêxistinê ne” û sûc hatin hesibandin. Belavkarê rojnameya Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasî Hasan Duma ku li Wanê di 21’ê Çileyê de hat binçavkirin û piştre hat girtin, hinceta girtina wî jî wekî “Guh ne daye hişyariya bisekine ya hêzên bazbend”, “rojnameyên rêxistinê û lîsteya aboneyan li ser xwe gerandiye” û “di telefona wî de meteryalên sûc hatine dîtin” hat nişandan. Duman ku ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Wanê ve bi gûmana “endamê rêxistinê ye” hat girtin biryara veşatinê danîn ser dosyaya wî. GUH NEDANA HIŞYARIYA ‘RAWESTE’ ENDAMTIYA RÊXISTINÊ YE Derket holê ku ji bo derbarê Duman ku 11 rojan li Midûryeta Polîsan a Wanê di binçavan de delîlan kom bikin zext li aboneyên rojnameyê hatiye kirin. Duman dema bi motosîkletê rojname belav dikirin bi îdîaya kask li serî ye “bi gûmane” ji wesayîta polîsan anonsa “raweste” hat kirin. Nesekinîna Duman a ji bo hişyariya bikesine jî wekî “endamê rêxistinê ye” hat nirxandin. Hat gotin ku Duman ji ber guh nedaya hişyariya raweste hatiye girtin. Duman jî diyar kir tu hewldanên wî yên ji bo revê tune bûn û wiha got: “Ez ji polîsan nereviyame. Min dengê wesayîta polîsan û anonsê ne bîhîstiye. Dema ez nêzî polîsan bûm, derî vekirin j imin re gotin ‘raweste’ ez jî rawestiyam.” ROJNAME WEKÎ BELGEYÊN RÊXISTINÊ HATIN NIRXANDIN Derket holê ku hêjmarên rojane yên rojnameyên Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasî yên li ser Duman ku belav dikirin wekî belgeyên rêxistinê hatin nişandan. Ji bo rojnameyên li ser Duman ku wekî belgeyên rêxistinê hatin nîşandan û lîsteya aboneyan ev îfade hat bikaranîn: “Di lêgerîna hat kirin de rojname û lîsteya aboneyan a ku wekî belgeyên rêxistinê hatin nirxandin hatin desteserkirin. Ji bo telefona Duman a ku beriya mehekê deste 2’yemîn ji xwe re kiriye jî hat diyarkirin ku “di dema lêkolînkirina telefona gumanbar de gele belgeyên ku aîdî rêxistinê ne hatin bidestxistin.” Hat diyarkirin ku polîsan du wêneyên ku berê hatibûn jêbirin paşde anîne û ji ber ku li ser dosyayê biryara veşartî heye nayê zanîn ku di wêneyan de çi heye. Duman diyar kir ku ew herdu wêneyên ku wekî sûc tên dîtin ên wî nînin û telefona wî destê duyemîn e. POLİS BASKISI SONUÇ VERDİ Welatiyên ku aboneyên rojnameyê ne û navê wan di lîsta aboneyan a li ser Duman hat girtin de hene, beriya niha ji bo îfade bidin vexwendine şaxa TEM’ê ya Midûryeta Polîsan a Bajar û derket holê polîsan zext li welatiyan kirine ku bêjin “Hasan bi zorê em kirin abone.” Derket holê ku hinek kesên navê wan di lîsteyê de hene û memurin di encama zextên polîsan de derbarê Duman de îfade dane. Kesên ku derbarê Duman de îfade dan hat îdîakirin ku gotine; “Ji ber em ji rêxistina terorê ya PKK’ê tirsiyane em bûne aboneyê rojnameyê”. Parêzerê Duman di parastina ku kirî de diyar kir ku kesen derbarê mûwekîlê wî de îfade dane memurin û bi armancekê îdîayên wiha kirine.