Îdîaya li mirovê ji sedî 80 astengdar îşkence 2017-02-02 11:03:44 MÊRSÎN - Endamê PSAKD Haydar Yildirim ku ji sedî 80 astengdar e 12 dorjin di bin çavan de ye. Parêzera Yildirim Gunay Dag anî ziman ku îşkenceyê li muwekilê wê dikin. Li Mêrsînê di 21'ê Çile de polîsan bi ser malan de girt û 10 endamên Komeleya Gelan a Mêrsînê û Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdalê (PSAKD) hatin binçavkirin. Di nava 10 kesên di bin çavan de endamê PSAKD Haydar Yildirim ê ji sedî 80 astengdar jî heye. Yildirim 12 dorjin li Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê di bin çavna de tê gritin. Parêzera Yildirim Gunay Dag anî ziman ku îşkenceyê li muwekilên wê dikin û wiha got: "Li muwekilên min bi awayekî sîstematîk îşkence tê kirin. Muwekilên min rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî tên. Bê navber wan derb dikin. Muwekîlên min ji bo vê rewşê şermezar bike dest bi gireva birçîbûnê kirine. Ji ber ku di grevê de ye divê li gorî qanûnan av, xwê, şekir û xwirekê bingehîn bide wan. Lê ji ber ku van îhticayan nadin wan rewşa wan xerab dibe. Ji muwekilên min Seval Araci ku di digevê deye di nava bêhaliyek mezin de ye. Mahdê wê li hev dikeve û verdişe. Seval Araci duh jî xwîn ji mahdê wê hat. Bi belgeyên doktoran ji derket holê ku muwekilên min rastî îşkenceyê hatine. Me daxwazên xwe ji Serdozgeriya komarê ya Mêrsînê re anî ziman. Lê ev daxwazên me li ber çavan nehatin girtin. Ev pêkanînên li ser muwekilên me îşkence ye. JI SEDÎ 80'Ê ASTENGDAR E Dag, anî ziman ku muwekîlê wê Haydar Yildirim ji Stenbolê ji bo taziyê hat Mêrsînê û der barê Yildirim de biryara binçavkirinê dan. Dag da zanîn ku berê ji Yildirim ketibû çalakiya rojiya mirinê û Yildirdim astendarê fîzîkî ye.