Dozger KCD û KCK kir mêzînekê 2017-02-02 11:24:43 AMED - Dozger der barê Hevserokê HDP'ê yê Amedê Cabbar Leygara û siyasetmedar Edip Yaşar û Cafer Kan ên di operasyona li dijî KCD'ê de hatin girtin doz vekir. Dozger di îdîanameyê de KCK û KCK kirin mêzînekê û wek hev dît. Dozgerê Komarê yê Amedê der barê Hevserokê HDP'ê yê Amedê Cabbar Leygara, Endamê Dîwana Serokatiya KCD'ê yê berê Edip Yaşar û Endame Meclîsa Dîmî yê KCD'ê yê berê Cafer Kan ku di çarçoveya operasyona KCK'ê de di 28'ê Kanûna 2016'an de hatin girtin doz vekir. Îdîanameya ku dozger amade kir ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Dozger ji bo 3 siyasetmedaran bi îdîaya “Rêveberiya rêxistinê" doz vekir. Dozger ji Leygara, Yaşar û Kan ji sucdariya “Rêveberên Rêxisitnê" ya asta jor ceza xwest. LI GOR DOZGER KCD Û KCK YEK IN Dozger di îdîanameyêde parast ku KCD li ser daxwaza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin. Rozger parast ku KCD li ser daxwaza PKK xebatê dike. Li gel ku KCD hemû xebatên xwe bi raya giştî re parve dike û xebatên xwe aşkere dike dozger got “KCD û KCK wek hev in. Dozger xebatên Leygara, Yaşar û Kan ên siyasî ku di nava civake de dimeşîne wekî "Rêveberiya Rêxistinê" bi nav kir. Dîsa konferans, sempozyum, civîn, panel û xebatên civakî yên KCD ku di navbera 2011 û 2014'an de pêk anîye, wekî xebatên rexistinî nîşan da û ji bo 3 kesan wekî "Rêveberê rêxistinê" nîşan da. Leygara, Yaşar û Kan, di sala 2014'an de peyira xwe ya KCD'ê dewrî kesên din kiribûn. Lê xebatên piştî wan hatin kirin jî wekî ku wan kiribe hat nîşandan. Leygara ku li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê, Yaşar û Kan ên li Girtigeha tîpa T a Sîweregê tên girtin, dê di 24'ê Adarê de derkevin pêşberî dadger. Îdîanameya Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Aysel Tuğluk, Cîrê Hevseroka tiya Giştî ya DBP'ê Seydi Firat û 4 siyasetmedarên din hêj nehatiye amadekirin.