Kurdan 79 sal berê jî serî netewandin 2016-11-14 09:22:36 DERSIM - Pîrê kurdan Seyit Riza û 6 hevalên xwe 79 sal berê di 15'ê mijdarê de li ser sêdara îdamê gotibû “Min çi kir jî bi derewên we re min serî dernexist ev ji min re bû dert, we jî çi kir we çongê min netewand ev jî ji we re bû dert" û hatin darvekirin. 79 sal berê kurrdan serî netewan û îro jî kurdan dîsa serî netewandin. Pîrê Kurdan Seyid Riza ku bûye sembola berxwedanê di 15'ê mijdara 1937’an de li gel kurê xwe û 5 hevalên xwe li qada Bazara Genim a Xerpêtê hatin darvekirin. Di ser darvekirina Seyid Riza re 79 sal derbas bûn. Seyit Riza û 6 hevalên xwe ku 79 sal berê li ser sêdara îdamê gotibû “Min çi kir jî bi derewên we re min serî dernexist ev ji min re bû dert, we jî çi kir we çongê min netewand ev jî ji we re bû dert" û serî netewand, îro jî kurd serî natewînin. Li gel ku dewletê ew darvekir jî hêj cihê gora Seyid Riza nehatiye diyarkirin û ji malbatê vedişêrin. Gelê kurd gotina Seyit Riza ya li ber Sêdarê ji bo xwe wekî destûra berwxwedanê dibînin û li ser rêya wî ya berwwedanê berxwedana xwe didomînin. Hikûmeta ku nekarîbû bi komkujiya elewiyên kurd bi ser bikeve, niha hemû cih û warên wan di bin ava bendan de dihêle û komkujiya çandî pêk tîne. 79 SAL BERÊ SEYIT RIZA ÎRO MEHMET TUNÇ Dema Wuşenê Fındiq Aga, Hesenê Yivrayimê qiji, Aliye Mirzali Hesen Aga, Resik Wuşen û kurê Seyid Wuşen derxistin Sêdara Îdamê û biryar li ruyê wan xwendin, Seyit Riza got "Evlad-i Kerbelayik. Şerm e zilm e cînayet e" û li dijî biryarê berteka xwe anî ziman. Gotina Seyit Riza ya li dijî zilmê îro hemû kurd ji bo xwe wekî ders dibînin û di şopa wî de dimeşin. Piştî komkujiya Dersimê 79 sal şûnde li Cizîrê jî komkujî dubare pêk hat. Lê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç jî biryara berxwedan û serhildanê dubare kir û got: “Em wekî gelê Cizîrê li dijî faşîzma AKP'ê serî natewînin" teslîmî leşker û polîsan nebû. Dema hikûmeta wê demê li Dêrsimê komkujî pêk anîn, nêzî 50 hezar mirov hatin qetilkirin. Bi deh hezaran welatiyên Dersimê jî koçber bûn. Hikûmeta wê demê di projeya “Plana Îshalata Şerqê de" bi deh hezaran qetil kir bi deh hezaran jî sirgûn kir. 79 sal der bas bû, hêj polîtîkaya hikûmetên Tirkiye ya li dijî gelê kurd a înkar û îmhayê berdewam dike. Lê her çend polîtîkayên înkar û îmhayê li dijî gelê kurd berdewam dike jî gelê kurd li gel hemû êrîşên dijwar di ber xwe dide. Hikûmeta Ak Partiyê di çarçoya "Plana hilweşînê" de li navçeyên Cizîr, Sûr, Farqîn, Gever, Şirnex, Hezex û Nisêbînê êrîşên komkujiyê pêk anîn. Lê vê carê gelê kurd heta dawî di ber xwe da û ji cih û warên xwe koçber nebûn.