Bi gavên bawer ber bi Reqayê ve diçin 2016-11-21 13:14:38 REQA - Şervanên QSD’ê yên li dijî paytexta DAIŞ’ê Reqqayê operasyona bi navê “Xezaba Firatê” dan destpêkirin û beşa yekemîn qedandin, ji bo “jiyana hevbeş a gelan” bi gavên bawer pêş de diçin. DAIŞ’ê ku xwe li pişt duya lastîkan diveşêrin jî her roja ku diçe qad teng dibe. Di dema nîqaşên gelo dê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) a piştgiriyê ji Tirkiyeyê digire yan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên di bin banê YGP’ê de yan jî hêzên rejîmê yên ku Esad li ser serê wane Babê bigirin de, Hêzên QSD’ê yên piştgiriya xwe ji hêzên koalîsyonê ku serkêşiya wê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dike, digire li dijî paytextê DAIŞ’ê Reqayê operasyona bi navê “Xezeba Firatê” dan destpêkirin. Bi gotinên fermandarên QSD’ê yên wekî “Ger hûn bên bajarê Eyn Îsa yê girêdayî Girê Spî dê çi bibe hûne bibînin?” diyar bû ku operasyonek destpê bike. Li ser vê me çend xebatkarên çapemeniyê ji Kobanê, Girê Spî û Kantona Cizîrê berê xwe da bajaroka Eyn Îsa. Dema em ji bajaroka Sirrîn a 30 kîlometre ji Kobanê dûre ber bi bajaroka Eyn Îsa ve diçûn, me dît ku gelek şervanên QSD’ê bi alên YPG/YPJ’ê çekên giran bi wesayîtan dibirin. Ev dîmen dide nîşandan ku amadekariyên operasyonek mezin bi dawî bûne. Li bajaroka Eyn Îsa şervanan lig elek cihan nokteyên ewlehiyê ava kiribûn. Me bihîst ku dê piştî daxuyaniya bê dayîn operasyon destpê bike. Di vê navberê de dengê balefirên keşfê yên koalîsyonê kêm ne dibûn. Di saetên şevê de hemleyên herî girîng paqijkirina mayînan û xebatên koman hatin destpêkirin. Piştî daxuyaniya hat dayîn, şervan bi heyecanek mezin ji nokteyên başûrê Silukê û başûrê Eyn Îsa ku berê hatibûn diyarkirin bi “Xezeba Firatê” ber bi Reqayê ve meşiyan. ŞERVAN JI REQAYÊ NE Piraniya şervanan ji ciwanên Reqayê û gundên derdor ên ji zilma DAIŞ’ê reviya ne. Gelek fermandarên jin ên YPJ’ê ku pêşkêşiyê ji operasyonê re dikin jî ji Reqayê ne. Gelek ji wan ji zilma DAIŞ’ê û bazarên ku jin lê dihatin firotin reviyane û ji bo tola xwe bigirin dimeşiyan. Yek ji fermandarên operasyonê Rojda Felat li ser pirsa “Web i taybet xwest ji Reqayê bin?” bersiva “Nam e ne hilbijartine, ji ber israra wan êdî ez aciz bûm. Ji wan bi pirsin çima ev qas israr dikin?” dide û bi vê bersivê armanca jinan nîşan dide. OPERASYON DESTPÊ KIR Şervanên din jî ji Reqa, Eyn Îsa, Girê Spî, Silûk û derdora wê bûn. Dema ji baskên Silûk û Eyn Îsa pêşdeçûn destpê kir, gund ji hev gelek dur û tenê berên biçûk ên din ava zeviyan de hebûn. Wekî kedkarên çapemeniyê jî em bûn du kom. Min dest bi şopandina operasyona li başûrê Eyn Îsa kir. Koma ku destpêkê keşîf kirin, piştre koma paqijkerên mayînan destpêkê çûn û piştî tedbîr girtin koma êrîşê ket dewrê. Gundên despêkê Fatê û El Wahîd ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn vala kirin û wekî cihê leşkerî bikaranî bûn. Ji ber bejahî rast û çol bû, koma êrîşkar destpêkê bi wesayîta bipaletî dest bi êrîşê kirin. Piştre şervan bi awayekî kontrolkirî ketin gundê El Wahîd. Piştî gund hemû hat kontrolkirin, bi kepçeyan li derdora gund hendekên bi navê “Satir” hatin çekirin. Piştî gund xistin bin ewlehiyê şervanan amadekariyên operasyona gundê Fatê yê 2 kîlometre durî wane kirin. MAFÊ HEVPAR Ê GELAN TÊ NÎQAŞKIRIN Di nava 4 rojan de 8 gundên ji aliyê DAIŞ’ê ve bi zorê hatin valekirin û kirin xerabe hatin rizgarkirin. Şervan şevê li cihên bi ewle agir pêdixin û xwe ji sermayê diparêzin û çaya li ser pelan jiyana wan a kolektîf nîşan dide. Mijara nîqaşan, piştî Reqa hat azadkirin dê gelê Sûriyeyê bibin yek û jiyana hevpar a gelan ava bikin bû. QADÊN JINAN ÊN AZAD Dema şervan gihiştin kanalên Firat û Bellîxê yên ji bo DAIŞ’ê gelek girîngin, êdî welatiyên sivîl xuya kirin. Li aliyekê şer berdewam dikir li aliyê din jî sivîlên ku xwe ji DAIŞ’ê rizgarkirine bi meş an jî wesayîtan diherikîn qadên azad. Şervanên ku sivîl pêşwazî dikirin, bi awayekî bikontrol dibirin gundên Taelê û Wesîna yên hatine rizgarkirin. Têkiliya şervanan a bi zarokan re û xwarina xwe bi sivîlan re parvekirin, dibû sedema hêsirên çavên sivîlan. Jinan zilma DAIŞ’ê bi şermî vedigotin, êşên ku jiyane di rûyê wan de xuyadikri û dema vêdixistina cigareyê her tişt divegot. Di dema rizgarkirina sivîlan de dema şervanan malbatên xwe didîtin bi germahiyek mezin ew hembêz dikirin û kêliyên hestiyar dihatin jiyîn. BASK GIHIŞTIN HEV Baskên Silûk û Eyn Îsa li ser ava Bellîx gihiştin hev û bi vê re beşa yekemîn a operassyonê bi temam bû. Piştî daxuyaniya hat dayîn, ji bo beşa duyemîn ya ku derdora Reqayê dixin bin çemberê şervan dîsan ketin ser rê. Her ku pêşketin didome DAIŞ ji bo hêzên xwe li cihên stratejîk kom bike paşde diçin û bi wesayîtên bombe kirî êrîş dikin. DAIŞ şer nagire ber çavan, ji bo bajarokên wekî Til Seman ên stratejîk ji destê wan neçe çekên giran û wesayîtên bombebarkirî bikaranîn. Tecrubeyên şervana û balefirên koalîsyonê hemû hemleyên DAIŞ’ê vala derxistin. DAIŞ ji ba û dumana lastîkên ku şewitan dine hêvî dikin xwe veşêrin. Şervanên QSD’ê ji bo van hêviyên DAIŞ’ê re gotin “Ger ew fêr bûne, em jî ji virin, em ê jî fêr bibin. Şert û merc yekin ji bo me ne pirsgirêke.” Erdogan Altan - dîhaber