Wezîrê Tendirûstiyê xemsariya di hezana kanê de nedît 2016-11-21 13:37:34 SÊRT - Wezîrê Tendirûsitiyê Recep Akdag, ê ku hat cihê hezheza kanê ya li Xezxêrê da zanîn ku wî di hezaza kanê de tu xemsarî ne dîtiye. Li gundê Maden ê navçeya Xezxêrê ya Sêrtê di 17’ê Mijdarê de li kana sifirê hezza pêk hat, 16 karker dibin hezhezê de man, cenazeyê 6 karkeran hatin derxistin û hêjî lêgerîna 10 karkeran didome. Xebatên komên ku ji bo xwe bigihînin karkeran didomin û malbat jî di bin konan de li benda agahiyekê ne. Wezîrê Tendirûstiyê Recep Akdag ê ku li qada kanê geriya ji rayedarên AFAD’ê agahî girtin. Li ser pirsa hezaz ji ber xemsariya rêvebirên pêk hatiye ya rojnamegerekê Akdag bersiva “Ez tu xemsariyekê nabînim” da.