Hevşaredarê DBP'î hat girtin 2017-02-03 11:12:09 AMED - Hevşaredarê Karazê Affullah Kar û welatiyê bi navê Zekî Kiliç hatin girtin. Hevşaredarê Karazê yê Amedê Affullah Kar jî di nav de 4 kesên di 28'ê çileyê de li Karazê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin derxistin dozgeriyê. Piştî îfadeyên li dozgeriyê 4 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezaya Sulhê hatin kirin. Afullah Kar û Zekî Kiliç bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin. 2 kesên din jî "bi şerta kontrola edlî" hatin berdan. Hevşaredar Kar û Kiliç birin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Bi girtina Kar re hejmara hevşaredarên DBP'î yên hatin girtin derket 79'an.