Qesra Şêx Niyetullah li pêş çavan xera dibe 2016-11-14 09:23:50 AMED - Qesra dîrokî ya alimê kurd Şêx Niyetullah ku kevirê dîwarê wê ji dest dabûn dest û lê kiribûn ji ber bê xwedî hatiye hiştin xera dibe. Qesra Gozelşêx a dîrokî ya navê alimê kurd Şêx Niyetullah girtiye û li gundikê Gozelşêx ê Gundê Altuxarî yê navçeya Çinara Amedê Gozelşeyh hatibû avakirin ji ber bê xwedî hatiye hiştin xera dibe. Qesra ku di sala 1890’an de ji aliyê alimê kurd Şêx Muhammet Niyetullah ve hatiye avakirin, di wê serdemê de wekî medrese hat bikar anîn. Qesra duqat û 20 odeyên wê hene, bi sedan xwendekar perwerde kirin. Qesra ku seyda û helbestvanê kurd Cegerxwîn jî lê ders dîtiye, îro ji ber bê xwedî hatiye hiştin roj bi roj xera dibe. Qesra ku kevirê wê 20 kilometre ji gundê Bagacikê ji dest dan dest û diwarê wê lê kirin îro xera dibe. Malbata Niyetullah ji ber ev qesr ava kirin ji aliyê dewletê ve bi hinceta li dijî dewletê serî rakirine 2 caran hatin sergunkirin. Kevirên qesrê ku bi hunerek mezin hatiye şehkirin bi motifên dîrokî hatine neqişkirin. Li ser kevirên wê şeklê heyv û kîso hatiye xêzkirin. Piştî sala 2000'an Midûriyeta Giştî ya Vakifan Qesr wekî qada sîtê îlan kir. Lê piştî qesr wekî qada sît hat îlankirin ji sedî 70 xera bûye û qesr hildiweşe. QESR TEV XERA DIBE Neviyê bavê çaran ê Şêx Muhammet Niyetullah Ruhî Altunakar (41), anî ziman ku ji bo wan wate û girîngiya qesrê û Sûrên Amedê xwedî heman wate ye û wiha gt: "Qesr li herêma herî stratejîk hatiye avakirin. Piştî gundî ji herêmê sirgûn kirin li şûna wan Koçberên Bulgar bi cih kirin. Piştî koçberên Bulgar hatin li vir bi cih bûn, êdî qesr bê xwedî ma û sal bi sal xera bû. Li şûna ev warê dîrokî bê parastin bê xwedî hatiye hiştin û terkî qedera wê hatiye hiştin. Niha 18 odeyên medreseyê bi erdê re bûne yek. Hemû kevirên mayî jî tev bûne toz û hilweşiya ne."