'Geşedanên li Xezxêrê û Soma wek hevin' 2016-11-21 14:18:15 MANÎSA - Doza Soma ku 301 karkeran têde jiyana xwe ji dest dabû ji ber rapora kêm taloqî 12'ê kanûnê kirin. Malbat û parêzerên karkerên madenê anîn ziman ku geşedanên li Soma û Xezxêrê yek e. 12'emîn rûniştina doza komkujiya Somayê ku 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes birîndar bûbûn hat dîtin. Rûniştina ku 6 jê girtî 46 kes tên darizandin, li 12'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Akhisar Agir Ceza tê dîtin. Rûniştina dozê ji ber agahiyên kêm û rapora kêm taloqî 12'ê Kanûnê hat kirin. Heyeta dadgehê xwest rapor bê temamkirin û biryar da ku kesên girtî dîsa girtî bên darizandin. Ewil Soma piştre Xezxêr Malbat û parêzerên karkerên Soma bertek nîşan dan û diyar kirin ku komkujiya Soma û komkujiya Xezxêrê heman tişt e. Parezerê malbatan Can Atalay, anî ziman ku geşedanên li Soma pêk hat û geşedanên il Xezxêrê pêk hat heman tişt e. Atalay, da zanîn ku ew dê heta dawî bi şopa vê dozê bikevin û hesap j wan bipirsin.