500 kes xapand lê nehat girtin 2017-02-03 15:40:56 WAN - Li Wanê kesê bi navê Bûrcîn Erdemît ê 500 kes xapand nehat girtin. Li Wanê kesê bi navê Burcîn Erdemît ê li ser şîrketa “Şêwirmendiya Fînansiya Medanvaniyê ya Veguhesitinê" di peyaseya sermayê de 500 kes bi 2 milyon dolar xapand, hat binçavkirin û runiştina doza wî li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat dîtin. Edremit, ku ji doza xapandinê û ewraqê sexte hat darizandin bi sedema ku "rewşa bireve tune ye" serbest hat berdan. 280 kesan gilî kiribû û bûbûn mudaxîlê dozê.