Qeyûm tayînî Şaredariya Payîzavayê kirin 2017-02-03 15:41:28 WAN - Qeyûm tayînî Şaredariya Payîzavayê ya DBP'î hat kirin. Qeyûm tayînî Şaredariya Payîzavayê ya Wanê hat kirin. Polîsên ku hatin şaredariyê, belgeya Wezareta Karên Hundir a ku qeyûm hatiye tayînkirin teblîg kirin. Polîsan gotin ku divê hemû xebatkarên şaredariyê li avahiya şaredariyê amade bin. Hate hînbûn ku kî wekî qeyûm hatiye tayînkirin di belgeyê de cih nagire.