Polîsan bi ser buroya belavkirina rojnameyê de girt 2017-02-03 21:21:40 WAN- Li Wanê, polîsan bi ser buroya belavkirina rojnameyên Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasiyê de girt. Li Wanê, polîsan bi ser buroya belavkirina rojnameyên Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasiyê de girt. Hat ragihandin ku polîsan li buroya belavkirinê ya li navçeya navendî Rêya Armûşê ye lêgerîn kirine û dest danîne ser malzemeyên buroyê. Hat diyarkirin ku, polîsan li buroyê telefonên belavkaran girtine û çûn hatine buroyê jî qedexe kirine. Sedema serdegirtinê nehat zanîn.