‘Binpekirina mafan a li dijî zaroka her diçe zêde dibe’ 2016-11-21 15:02:23 AMED - Di Roja Mafê Zaroka ya Cîhanê de, Navenda Mafê Zaroka ya Baroya Amedê di daxuyaniya dayî de diyar kir ku ji ber Tirkiye Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî binpê dike binpêkirinên mafan ên li dijî zarokan her roja ku diçe zêde dibin. Navenda Mafê Zaroka ya Baroya Amedê, derbarê 20’ê Mijdarê Roja Mafê Zaroka ya Cîhanê de li avahiya baroyê civîna çapemeniyê lidarxist. Di civîna ku gelek rêvebir û endamên baroyê tevlî bûn de Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen axivî. Ozmen, diyar kir ku zarok pêşeroja civakê ne, ji ber vê divê her kes xwedî zarokên ku pêşeroja civakê ne derbikevin. Ozmen, anî ziman ku ji ber şerê li Rojhilata Navîn didome, her sal bi hezaran zarok penaber dibin û wiha got: “Derbarê zarokên li kampên Tirkiyeyê hatine bicihkirin gelek rapor tên ragihandin. Rayedarên Îktîdara Tirkiyeyê guh nadin van raporan. Bi taybet îktîdar û partiyên siyasî ji bo zarokên penaber din ava têkoşînê de bin. ‘BINPÊKIRINÊN MAFAN HER KU DIÇE ZÊDE DIBIN’ Serokê Navenda Mafê Zaroka yê Baroya Amedê Mahmut Çîftçî anî ziman ku Tirkiyeyê di sala 1995’an de Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) îzme kiriye û wiha pêde çû: “Lê binpêkirinên mafan ên li dijî zarokan her roja ku diçe zêdetir dibe. Dema Tirkiyeyê peyman îmze kir, madeyên 17, 29, û 30 yên peymanê yên wekî mafên zarokan ên perwerde, xwe îfadekirina azad, çanda xwe jiyankirin û zimanê xwe bi azad bikarbîne îhtîraz kirine. Ev îhtîraz mafên zarokan sînordar dikin û ji bo ev îhtîraz bên rakirin aliyên siyasî tiştekî nakin.” Çîftçî, bi lêv kir ku feqîrtiya penaberan bi xwere mirin, karkerî, pesekiya zarokan, îstîsmara li dijî zarokan aniye û wiha domand: “Divê li dijî vana têkoşîn bê meşandin. Li herêma me bûyerên bi pirsgirêka kurd destpê kirin, bi binpêkirinên mafan re û di bûyerên civakê de gelek zarok bi sûcdariyên ku wateya wê jî nizanin hatin girtin û bi cezayên giran hatin cezakirin. Bi taybet di nava salekê de li herêma me, navçe û navenda bajar, bi îlankirina qedexeyên derketina devre re herî zêde zarok bi binpêkirinan re rû bir û bûn. Bi binpêkirina mafên jiyanê re zarokan ji mafên xwe yên perwerde, starbûn û tendirûstiyê jî bê par man.” ‘LI DIJÊ HEMÛ QANÛNA NE’ Çîftçî, da xuyakirin ku pêşnûmeya ku zarokên rastî îstîsmara zayendî hatine dê bi tecawîzkarên xwe re bên zewicandin li dijî hemû qanûna ne û wiha axivî: “Ji bo zewacên di temenê biçûk de ji holê rabin gelek zasiyên civakê xebat meşandin û li dijî vê têkoşîn dan meşandin. Em ê li dijî vê pêşnûmeya ku pêşiya zewacên di temenê biçûk de vedike bi riyên hiqûqî têkoşîna xwe dibin meşandin.”