Ji qeyûm alîgirekî 'îthal' 2017-02-04 18:09:26 WAN-Alîgirê Walî Onder Can ê wek qeyûm tayînî Şaredariya Rêya Armûşê hat kirin, derket holê ku ji bo alîgiriya serokatiya şaredariyê ji Enqereyê kesek aniye. Alîgirê Walî Onder Can ê wek qeyûm tayînî Şaredariya DBP'î Rêya Armûşê ya Wanê hat kirin, derket holê ku ji bo alîgiriya serokatiya şaredariyê ji Enqereyê Sait Çakirtaş ê li Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî dixebite aniye. Hat diyarkirin ku Çakirtaş nêzî AKP'ê ye û ev demeke kurt e ku dest bi peywirê kiriye. Hat zanîn ku, berê Çakirtaş li Zanîngeha Şirnexê jî li serokatiya daîreya avakar xebitiye.