Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê hat binçavkirin 2017-02-04 22:45:29 DERSIM- Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Soner Oz ê nîvro ji bo îfadedayînê gazî wî hat kirin, hat binçavkirin. Li Dersimê, endamê Meclîsa Partiyê (MP) ya DBP'ê Soner Oz ê danê sibehê bi ser mala wî de hat girtin, lê di serdegirtinê de ne li malê bû bi telefonê ji bo îfadedayînî gazî wî hat kirin. Dema Oz ji bo îfadedayînê çû Muduriyeta Polîsan hat binçavkirin. Oz ê hinceta binçavkirina wî nehat zanîn, li Muduriyeta Polîsan tê ragirtin.