Li Egeyê di 8 mehan de 22 penaberan jiyana xwe ji dest dan 2017-02-05 09:02:10 ÎZMÎR- Li gor daneyên ÎHD'ê, li Herêma Egeyê 5 hezar û 938 penaberên xwestine koçî derveyî welat bikin hatine zevtkirin û ji wan yek jê pitik, 22 kesan jê jî jiyana xwe ji dest daye. Endamê Komîsyona Penaberan a Îzmîrê Deniz Bayrak, polîtîkaya Tirkiyeyê ya penaberan rexne kir û dest nîşan kir ku çareserî bi aştiyê pêkan e. Di encama polîtîkayên penabaran ên hikûmeta AK Partiyê de, li Tirkiyeyê her diçe hejmara penaberên ku dixwazin derbasî derveyî welat bibin û di dema derbaskirinê de jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên ji orta 2016'an heta niha amade kirine, li Herêma Egeyê di dema koçkirina derveyî welat de 5 hezar û 938 penaber hatine girtin û ji vana yek jê pitik 22 penar jî jiyana xwe ji dest dane. Ji meha Hezîranê ya 2016'an heta niha penaberên ku dema xwestine derbasî derveyî welat bibin û di Behra Egeyê de fetisîne, hejmara wan wek 22 hatiye etspîtkirin û hat diyarkirin ku ji 22 kesên jiyana xwe ji dest dane 5 jê zarok in. Dîsa li gor daneyên ÎHD'ê ji meha Hezîranê heta niha bi giştî 5 hezar û 938 penaber xwestine di ser Behra Spî re derbasî welatên Ewropayê bibin; di meha Hezîranê 66, Tîrmehê 170, Tebazê 714, Îlonê 918, Cotmehê hezar û 753, Mijdarê 868, Kanûnê hezar û 20 û di meha Çileya 2017'an de jî 429 penar ên dema xwestine derkevin derveyî welat hatine girtin. 'DIVÊ SEDEMÊN PIRGIRÊKÊN PENABERIYÊ DIAFIRÎNIN JI HOLÊ BÊN RAKIRIN' Endamê Komîsyona Penaberan a Şaxa ÎHA'a Îzmîrê Deniz Bayrak, diyar kir ku ji aliyê weziyetê ve erdnîgariya Tirkiyeyê cihê çûnhatina penabera ye û got, bajarên Egeyê herêmên derbasbûyînê ne. Bayrak wiha axivî: "Her roj bi sedan mirov bi hêviya jiyaneke nû ava bikin tên welatê me an jî derbasî welatên din dibin. Ji ber polîtîkayên penaberiyê yên dewletan jî her roj agahiyên mirina penabaran tên. Mirov ji şert û mercên şer direvin, lê leqayî yên zehmetir dibin. Nikarin mafên xwe yên herî bingehîn ê xwedîkirin û hêwirandinê bi cih bînin." Bayrak, got li nêvengeke wisa penaber ji ber polîtîkayên weşana nîjadperset rastî xeteriya êrîşan tên û wiha got: "Ji bo pirgirêka penaberan ji holê bê rakirin, divê îktîdarên siyasî dev ji polîtîkayên xwe yên şerî berdein. Tenê bi alîkariya ji bo penaberan vê prigirêkê ji holê ranake. Ev jî bi peyedekirin û dabînkirina aştiyê pêkan e." 'LI DIJÎ PENABERAN ŞEREKÎ NÛ HAT DESTPÊKIRIN' Rêveberê Komeleya Pira Di Navbera Gelan De ya Îzmîrê Yildirim Şahin jî dest nîşan kir ku, welatên herî dewlemend ên cîhanê jî li dijî van mirovên ku ji bilî canê wan tiştekî wan nemaye şer dane destpêkirin û anî ziman ku, DYA'yê gotiye ew ê pebanerên Sûriye, Somalî, Lîbya, Yemen, Îran û Iraqê qebûl neke û got, ev li dijî mafên mirovan asta êrîşeke din e. Şahin, anî ziman ku divê DYA, Rûsya, Fransa û Almanya ên li cîhanê ji wna dewletên xwedî hêzeke superî ne, bi hestiyarî nêzî pirgirêka penaberan bibin û dest nîşan kir ku, heke li Behra Spî ewqas penaber jiyana xwe ji dest dabin, berprisiyarê wan ev welat in.