Bi zorê girtekan bi aboneyên Rojnameyê didin îmzekirin 2017-02-05 09:12:11 WAN - Li Wanê Rojnameyên Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasî ku 11 belavkarên wê di serdegirtina buroyê de hatin binçavkirin bi zorê îfadeya aboneyên wê distînin. Li Wanê di 3'ê Sibatê de polîsan bi ser buroya Rojnameya Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasiyê de girt. Polîsan di serdegirtina buroyê de 11 belavkarên rojnameyê binçavkirin û birin midûriyeta polîsan. 11 belavkarên rojnameyê li Şaxa TEM'ê tên girtin. Hat diyarkirin ku polîs bang li aboneyên rojnameyê dikin wan dibin li TEM'ê îfadeya wan dikgirni. Aboneyên ku diçin îfadeyê didin jî polîs dixwaze bi zorê belgeya "Em bi zorê kirin abone" dide îmzekirin. Belavkarên ku 2 rojin di bin çavan de ne wiha ne: Ferit Aktepe, Osman Înal, Delil Babat, Ramazan Çinar, Engin Dîrek, Resul Genç, Adnan Kulter, Aykut Kiliç, Hamdullah Kumlî, Emrullah Kapar, Goknur.