8 endamên komeleyê hatin girtin 2017-02-05 11:13:43 MÊRSÎN - 8 endamên PSAKD û Komeleya Gelan ên 14 roj berê hatin binçavkirin û di bin çavan de rastî îşkenceyê hatin, hatin girtin. Li Mêrsînê 13 kesên endamên Komeleya Gelan û Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal (PSAKD) ku 14 roj berê hatibûn binçavkirin û rastî îşkenceyê hatibûn, sewqî dozgeriyê kirin. 13 kesên ku sewqî Dadgeha Sulh Ceza ya Nobedar hatin kirin jê 8 kesên bi navê Dilan Ekin, Gulbeyaz Karaer, Seval Arici, Ercan Firat, Erkan Koyuncu, Merih Cengiz, Ugur Kan û Yusuf Şah hatin girtin. 5 kes jî serbest hatin berdan. Dozger beşdariya Konsera Grup Yorum û çalakiya li dijî Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê wekî delîl nîşan da. Hat zanîn ku dozgeriyê der barê 8 kean de bi hinceta ketine gireva birçîbûnê û 14 rojan çalakî pêk anîne bi îdîaya "helwesta rêxistinî" nîşan dane dosya ji Dadgeha Sulh Ceza re şandiye. Seval Arici ku ji ber îşkenceyê benena wê xwîn bûbû piştî hat dermankirin şanin Gertîgeha tîpa C a Mêrsînê. Hat diyarkirin ku dema birine girtîgehê jî dîsa darp kirine.