Deriyên MEYADER, KURDÎ-DER û CODER hatin mohrkirin 2016-11-21 16:02:56 COLEMÊRG - Deriyên avahiya MEYADER, KURDÎ-DER û CODER’ê Colemêrgê yên ku di nava 370 saziyên xebatên wan hatine rawestandin de cih digirin hatin mohrkirin. Li Colemêrgê bi fermana Wezîrê Karên Hundir deriyên Komeleya Piştevaniyê dide Kesên Xizmên xwe Windakirine ya Mezopotamyayê (MEYADER), Kolemeya Lêkolîn û Pêşdebirina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) û Komeleya Xwendekarê Colemêrgê (CODER) ku di nava 370 saziyên xebatên wan hatine rawestandin de cih digirin ji aliyê polîsan ve hatin mohrkirin.