‘Ji bo Dîlok nebe pira DAÎŞ’ê 'Na’ 2017-02-05 17:20:02 DÎLOK - Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê starta kampanyaya Na’yê da destpêkirin. Hevserokê HDP’ê yê Dîlokê Erkan Şahîn diyar kir ku ew ji qatlîamên li Dîlokê pêk tên û ji bo Dîlok nebe pira DAÎŞ’ê dibêjin "Na". Rêxistina HDP'ê ya Dîlokê bi civîna çapemeniyê srarta "Na" da destpêkirin. Ri civînê de endam û nûnerên HDP, DBP, ESP, SYKP, Yeşîl ve Sol, KCD, TJA û Komeleya 78’an ên Dîlokê amade bûn. Saziyan li avahiya HDP’ê ya Dîlokê civîn pêk anîn. Parlementerê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, rêveber û endamên HDP'ê amade bûn. Di civînê de pankar û duvîzên “Na” hatin daliqandin. ‘ERÊKIRINA QANÛNA BINGEHÎN ERÊKIRINA ÎNKARA GELÊ KUR DE’ Hevserokê HDP’ê yê Dîlokê Erkan Şahîn diyar kir ku ev pêvajo û refaramdum dê dahatûya gelê wan bide diyarkirin û wiha got: “Qanûna Bingehîn a ji 1921’ê ve hatîn amedekirin hemû li ser înkarkirina gelê kurd û gelên kêm yên li Tirkiye yê ne. Her kengî sîstema parlementeran li dijî desthilatdariyan derketiye bi şer, derbe û OHAL’an ji holê hatiye rakirin. Ev mekazagon jî ya AKP û MHP’ê ye. Di serî de pirsgirêka kurd, her pirsgirêkên li Tirkiyê mezintir dike û tu hêviya gelên û baweriyên kêm ji vê mekazagonê tuneye.” ‘AKP'Ê DÎLOK KIRIYE HÊLÎNA DAÎŞ’Ê' Şahîn anî ziman ku yek ji bajarên ku herî zirarê bibine jî Dîlok e û wiha got: "Dîlok yek ji bajarên pir reng û baweriye. “Polîtikayên AKP’ê di 5 salên dawî de Dîlok kiriye hêlîna partiyên terorîst Gelek kesên qatlîaman dikin di ser Dîlokê re derbaz dibin. Ji bo rawestandina van yekan pêwîstî bi mekazagonek demokratik heye. Em gelê bi ruhê 7’ê hezîran û Newrozê ji bo aştî, demokrasi û azadiyê vedixwîni ser sindoqan. Em dê biçin nava gel û mal bi mal bigerin." ‘QEDEXEYÊN WALIYAN NIKARIN XEBATÊN ME RAWESTÎNIN’ Parlemterê Dîlokê Mahmut Togrul js diyar kir ku "Na" di destpêkê de çareseriya pirsgirêka kurde û nîşaneya aştiyê ye û wiha got: "Tirkiye welatek pir renge û pêwîstiya wê bi Qanûnek Nû heye. Dixwazin çawa ku di 1’ê mijdarê gel bi tirsê anin cem xwe dixwazin niha jî împaratoriya tirsê ava bikin. Lê êdî gel bi van naxape. Qedexeyên Waliyan nikarin me asteng bikin."