Qeyûmê beriya AKP'ê Starta referandumê da 2017-02-05 17:54:38 AGIRÎ - Qeymeqam Mekan Çevîren ku wekî qeyûm tayînî şaredariya Giyadînê hat kirin, bîlbordên ku li ser wêneyê Serokomar Erdogan hene û nivîsa “Ji Qanûna Bingehîn a Nû re Erê” hatiye nivîsin hilawîst. Qeymeqam Mekan Çevîren ku wekî qeyûm tayînî şaredariya Giyadîna Agiriyê hat kirin beriya AK Partiyê starta referandumê da. Çeviren, li ser navê şaredariya Giyadînê, li bîlbordên navçeyê afîşên ku wêneyên Serokomar Erdogan û nivîsên li ser “Ji Qanûna Bingehîn a Nû re Erê” hatine nivîsin hilawîst. Çeviren beriya niha dema wekî qeyûm hatibû tayînkirin destpêkê tabeleya kurdî rakiribû û ji ber bertekên zêde carekdin tabeleya kurdî hilawîstibû.