Ligel biryara Dadgeha Bilind 5 sal in girtî ne! 2017-02-06 09:06:33 MELETÎ - Li Semsûrê 6 xwendekarên zanîngehê yên ku di 2012'an de bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin ligel ku Dadgeha Bilind biryara der barê wan de xira kiriye jî saleke zêditir e dosyaya wan ji dadgeha herêmî re nehatiye şandin, xwendekaên 5 sal in girtî ne nayên berdan. Li Semsûrê 6 xwendekarên Zanîngeha Semsûrê yên ku di 2012'an de bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin ligel ku Dadgeha Bilind biryara der barê wan de xira kiriye jî saleke zêditir e dosyaya wan ji dadgeha herêmî re nehatiye şandin, ji ber vê yekê xwendekarên 5 sal in girtî ne nayên berdan. Xwendekarên bi navê Umut Çalişkan, Aydin Kara, Hamiyet Vural, Hayerttîn Kahraman, Ahmet Goven û Serkan Tangul ên li girtîgehên cuda dimînin piştî ku 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Raye Taybet di asta jor de ceza da parêzeran dosya ji Dadgeha Bilind re şand. 16'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind serlêdana temyîzê ya parêzeran nirxand û cezaya ku dadgeha herêmî di sînorê jor de daye di 8'ê kanûna 2015'an de xira kiriye. Dadgeha Bilind cezaya dadgeha herêmê ya di sînorê jor de daye zêde dît û dosya di 23'yê kanûna 2015'an de ji dadgeha herêmî re şand. DOSYA NEÇÛ DADGEHA HERÊMÎ Parêzerê Umut Çalişkan, Hasan Dogan diyar kir ku di nava demê de ji ber ku di nava vî demê de dosya neçûye dadgeha herêmî li 16'emîn Daîreya Cezaya Dadgeha Bilind geriyane û wiha got: "Ji ber ku di telefonan de encamek derneket du caran bi nivîskî min serlêdan kir. 2 caran jî çûm wir. Herî dawî dosya di 5'ê gulana 2016'an de ji bo ku ji dadgeha herêmî re bê şandin dan Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind." Dogan destnîşan kir ku piştî dosya ji serdozgeriyê re hatiye şandin dîsa demeke dirêj sekinîne lê ji ber ku dosya dîsa ji dadgeha herêmî re nehatiye şandin vê carê jî hewl dane ku xwe bigihînin serdozgeriyê û li ser UYAP'ê der barê dosyayê de nekarîne agahî bigirin, dosya li 16'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind disekine. dogan da zanîn ku ji ber ku cezaya der barê xwendekaran de hatiye dayîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye xirakirin û dosya ji dadgeha herêmî re nayê şandin der barê xwendekaran de biryarekî cuda jî nayê dayîn. DAXWAZA TEHLIYEYÊ KIR Dogan got ku der barê xwendekaran de careke din ceza bê dayîn jî xwendekaran cezaya "endamtiya rêxistinê" ya 4 sal û 2 mehan jixwe zêdetir jî razane. Dogan wiha got: "Xwendekar zêdetir hatine mexdûrkirin. Me jî ji ber vê yekî ji bo bên berdan serlêdan kir."