‘Divê em bi hevre deriyê yeketiya neteweyî vekin’ 2017-02-06 09:09:30 STENBOL - Nivîskar Mehmet Mamaş, diyar kir ku rihê Kobanê yek ji merheleya yekitiya neteweyî û hevgirtinê ye û yeketiya neteweyî bi gotinekê Kobanê ye. Zimanzan Samî Tan jî wiha got: “Divê em bi hevre deriyê yeketiya neteweyî vekin.” Derbarê nîqaşên yekitiya neteweyî nivîskar Mehmet Mamaş û Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û zimanzan Samî Tan nêrînên xwe anîn ziman û banga girtina berpirsyariyê li rêxistin, partiyên kurd û derdoran kir. Mehmet Mamaş, da zanîn ku astnegiya li pêşiya yeketiya neteweyî ya kurdan 4 parçekirina erdnîgariya kurdan û statuyan li ser van herêman hatiye avakirine. Mamaş, bi lêv kir ku piştî ev satatuyên li ser kurdan hinek hatine rakirin gelê kurd ji bo bêhnek bigirin û yeketiya neteweyî avabikin derfet dîtine û wiha got: “Piştî DAIŞ’ê êrîşî Rojava kir, destan û berxwedanên li wir derketin holê hişt ku rihê Kobanê derkeve holê. Li gorî min di dîroka kurdan de cara yekemîn rihê yekitiya neteweyî bi xurt hat nîşandan û ev bû sembola yekitiya neteweyî. Yekitiya neteweyî ya bi rihê Kobanê derket holê li dîrokê hat nivîsandin. Ez bi gotinekê yekitiya neteweyî bejim; Kobanê ye. Kobanê em kirin yek û kirin di yek laşî de. Ligel hemû bi ser kevin. Vî rihê nîşanî me da ku em dikarin piştgiriya hêzên cîhanê bigirin.” 'PÊNGAVA YEKEMÎN REDKIRINA BIRA KUJIYÊ YE’ Mamaş, diyar kir ku avakirina yetekiyên polîtîka û programên cûda zehmete û wiha pêde çû: “Lê divê me polîtîkayên ku xwedî li destkeftiyên hev derdikevin, li şûna îktîdarbûna partiye qadên îktîdarbûna neteweyî ava bikin. Ger ev bingeh bihêz bibe divê xeta hevpar bê avakirin û stratejiyek ku dê neteweyê bigihîne encamê bê avakirin. Yekitiya neteweyî nayê wateya yekitiya partiyan, partiyan jî digire nava xwe lê wateyek din a ku wê jî derbas dike heye. Ji ber vê tê wateya tawîzdayîn û cihêrengbûnê. Divê siyaseta ku parçeyekê feda neke û destkeftiyên parçeyekê ji yên din re bikin barîtak bê avakirin. Stratejiya neteweyî bi vê destpê dike û digihije ‘Belgeya Siyaseta Neteweyî’. Pêngava yekemîn jî ewe ku divê hemû alî bi deklarasyonekê bi dil û samîmeytekê ‘birakujiyê’ red bikin.” 'YA GIRÎNG YEKITIYA NEXWEYÎ YE’ Zimanzan Samî Tan jî anî ziman ku erdnîgariya kurdan bi planek taybet bêstatu hatiye hiştin û wiha domand: “Îro mesele, meseleya man û nemanê ye. Qedera kurdan yekitiye. Ji ber vê divê em hesabên biçûk, baweriyên cuda, zarava û cudahiyên herêman danîn aliyekê. Divê cudahiyên mezheban jî em danîn aliyekê û ya ji bo me girîng yekitiya neteweyî ye. Daxwaz û hêviya me ewe ku hemû tevgerên kurdî wiha berê xwe bidin meseleye.” 'EM NAKOKIYÊN XWE DANIN ALIYEKÊ’ Tan, bi lêv kir ku bi taybek Îran û Tirkiye hewl didin li pêşiya yeketiya kurdan dibin ateng û wiha axivî: “Ev herdu dewlet dixwaze bandorê li ser hêzên din pêk bîne. Dixwazin pêşiya kurdan bigirin. Divê tevgerên kurd tucaran guh nedin van herdu dewletan. Ez bang li qada sivîl û demokratîk dikim. Bi taybet rewşenbîr divê hemû civak tevgerên li herêmên xwe bixin nava zehmetiyê. Divê zextan li tevgerên ku nêzî wanin bikin ku ji bo yekitiyê bikevin nav hewldanan. Divê nakokiyên takekesî, nakokiyên perçe û rêxistina deynin aliyekê û yeketiya neteweyî bingeh bê girtin. Divê em bi hevre deriyê yeketiya neteweyî vekin. Bi vî rengî em dikarin li Rojhilata Navîn bibin xwedî gotin. Di encamê de divê em bi destê xwe qedera xwe diyar bikin.” Sadiye Eser - dîhaber