Ciwanên Ereb ên Reqqayî: Em dê bajarê xwe azad bikin 2017-02-06 10:53:06 REQQA - 5 hezar Şervanên Ereb ên beşdarî 3'emîn pengava “Operasyona Xezeba Firatê" bûn, gav bi gav ber bi Reqqayê ve dimeşin. Ciwanên Reqqayî bang li welatiyên Reqqayê kirin û gotin "Netirsin em tên. Em dê DAÎŞ'ê li ser axa xwe paqij bikin û bajarê xwe azad bikin." Pêngava Sêyemîn a Xezeba Firatê di roja seyîmîn de bi hemû hêza xwe didome. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê piştî şerekî dijwar ku ji duh ve didome, îro saet di 06.00'an de gundê Bîr Saîd ji DAÎŞ'ê rizgar kirin. Operasyon bi tevlêbûna 5 hezar ciwanên ereb ên Reqqayê pêş ve diçe. Milê Bîr Heba 12 kilometre, milê Xiniz k11 kilometre pêşve çû. Herêmên ku ji kontrola DAİŞ’ê hatin azadkirin niha ji mayînan tê paqijkirin. Şervanên Ereb ên di operasyonê de cih digirin diyar kirin ku ew diçin daxwaza gelê Reqqa ya azadiyê pêk bînin. ‘EM DÊ DAİŞ'Ê JI AXA XWE PAQEJ BIKIN' Şervanê Ereb ê Hêza Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku li milê Bîr Heba di nava şer de cih digire Reşid Ferhan Ehmed, diyar kir ku li ser daxwaza gelê Reqqa du rojin operasyon dane destpêkirin û ew dê Reqqayê ji dagirkeriya DAÎŞ'ê rizgar bikin. Ehmet, anî ziman ku ew ji DAİŞ’ê reviya û tev li QSD'ê bû û wiha got: "Ji bo dawî li zilma ku DAÎŞ'ê li min û malbata min kir bi dawî bibe em dê DAÎŞ’ê ji axa xwe rizgar bikin. 'GELÊ REQQAYÊ NETIRSIN EM TÊN' Şervanê Ereb ê QSD'ê Dilşêr Til Temir jî anî ziman ku ew ji bo bîranîn û doza hevalên xwe yên di êrîşên DAİŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan beşdarî operasyonê bû û wiha got: "Armanca min ewlehiya canê gel û ewlehiya mirovên me yên di bin dagirkeriya DAÎŞ'ê de ye. Ji bo ev êş bi dawî bibe em ketin nava tevgerê. Em dê bi birarek mezin axa xwe ji DAÎŞê rizgar bike. Em bang li gelê Reqqayê dikin. Netirsin em tên." 'JI BO AZADIYA SÛRIYE EM TÊDIKOŞIN' Şervanê Ereb ê QSD'ê Şiyar Rojava jî diyar kir ku ew ji bo azadiya hemû Sûriyeyê têdikoşin û wiha got: "Em ji bo hemû Sûriyeyê azad bikin têdikoşin. Em bendewariyên gelê Sûriyê vala dernaxin." Nazim Daştan - dihaber