Girtiyên Girtîgeha Xerpêtê ji ber zextan dernakevin hevdîtinê 2017-02-06 11:36:36 XERPÊT - Girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê bi riya malbatên xwe diyar kirin ku ji ber li ode, serşok û tuwaletên wan kamera hatine bicih kirin dernakevin hevdîtinê. Malbatên ku çûn hevdîtinê diyar kirin ku xizmên wan ji bo zextên li dijî xwe şermezar bikin dernakevin hevdîtinê. Malbatên ku ji bo hevdîtina xizmên xwe yên li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê çûn ber deriyê girtîgehê nekaribûn bi xizmên xwe re hevditin bikin. Malbatan diyar kirin ku xizmên wan ên girtî peyam şandine û diyar kirine ku ji ber li odeyên wan, tuwalet û serşokên wan kamera hatiye bi cih kirin dernakevin hevdîtinê. Keça girtiya siyasî Emîne Abîş Berîvan Abîş anî ziman ku ew ji bo hevdîtina çûn girtîgehê, lê xizmên xwe nedîtin. Abîş, anî ziman ku xizmên wan ên girtî peyam şandine û diyar kirine ku ji bo zextên li dijî wan ên wekî bicih kirina kamera ya li tuwalet, serşok û odeyan şermezar bikin dernakevin hevdîtinê. Abîş, bilêv kir ku zextên li ser xizmên wan zêde dibin û xwest parazvanên mafên mirovan li dijî van zextan hestiyar tev bigerin.