Hevalên Hrant: Em 10 sal in li benda edaletê ne 2017-02-06 11:41:09 STENBOL - Hevalên Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Agosê Hrant Dînk beriya doza têkîldarî qetilkirina Dînk li ber Edliyeya Çaglayanê hatin cem hev û wiha gotin: "Li ser cînayetê 10 sal derbas bû. Em 10 sal in li benda edaletê ne." Doza têkîldarî qetilkirina Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Agosê Hrant Dînk li 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê dest pê kir. Beriya dozê Hevalên Hrant ji bo "nobeta edaletê" li ber Edliyeya Çaglayanê hatin cem hev. Li vir li ser navê Hevalên Hrant Bulent Aydin axivî û wiha got: "Li ser cînayetê 10 sal derbas bû. Em 10 sal in li benda edaletê ne." Aydin diyar kir ku di dozê de dê parastina Midûrê Şaxa C a Serokatiya Daîreya îstixbaratê Alî Fuat Yilmazer berdewam bike û wiha axivî: "Yilmazer jî wekî bersûcên din jibilî xwe hemû kes sûcdar kir. Lê negot ku Serokatiya Daîre Îstixbaratê ji bo parastina Hrant Dînk çima tiştek nekiriye." Piştî daxuyaniyê Hevalên Hrant ji bo dozê bişopînin derbasî edliyeyê bûn.