Akademîsyen Gulmen û 4 parêzer hatin binçavkirin 2016-11-21 16:40:45 ENQERE - Akademîsyen Nuriye Gulmen 4 parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel ên ku mohr şikandin hatin binçavkirin. Akademîsyen Nuriye gulme ku biryarnameya KHK’ê ji karê xwe yê li Zanîngeha Selçûkê hat durxistin, îro 12’emîn car hat binçavkirin. Gulmen ku her roj tê li ser Kolana Yukselê û dovîza “Ez karê xwe dixwazim” vedike, dîsa hêj dovîz venekirî bi derpkirinê hat binçavkirin. Piştî Gulmen hat binçavkirin di hesaba xw eya twitterê de ev tişt parvekirin: “Min bi tena serê xwe dîsa li dijî 2911’ê muxalefet ava kir. Ez di bin çavan de me. Serkeftin dê ya kedkarên li berxwe didin be.” PARÊZERÊN BUROYA HIQÛQA GEL DI BIN ÇAVAN DE NE Buroya Hiqûqê ya gel ku aîdî Parêzer Selçûk Kozagaçli ye û bi 6 parêzeran re xebatên xwe didomandin bi biryarnameya KHK’ê hatibû mohrkirin. Hefteya bihûrî Kozagaçli diyar kiribû ku ew mohrê nasnakin û mohr şikandibû. Îro polîsan bi ser avahiyê de girtin û parêzer Selçuk Kozagaçli jî di nav de parêzer Ayşegul Çagatay, Dîdem Baytar û Unsal Engîn Gokoglu binçav kirin. Polîsan destpêkê banga derketina avahiyê li parêzeran kir lê parêzeran gotin “Na em dernakevin” li ser vê yekê polîsan bi derpkirinê parêzer binçavkirin û parêzeran jî dirûşma zext me bêzar nakin berzkirin.