Hevparên HDK'ê: 'Na' dê rêya demokratîk a Tirkiye veker 2017-02-06 14:04:35 STENBOL - Hevparê HDK'ê bi silogana "Ji Bo Komara Demokratîk û Welatê Hevpar NA!" deklerasyona referandumê aşkere kir. Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, got "Em ne mecbûrê rêveberiya yek mirovî ne. 'Na' dê rêya Tirkiyeya demokratîk veke." Hevparên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), deklerasyona 'Na' ya referanduma guhertina Qanûna Bingehîn bi civîna çapemeniyê li Stenbolê aşkere kir. HDK'ê li salona Salon Figaro ya Şîşliya Stenbolê bi silogna "Ji Bo Komara Demokratîk û Welatê Hevpar NA!" deklerasyona referandumê aşkere kir. Li salonê pankarta "Ji Bo Komara Demokratîk û Welatê Hevpar NA!" vekir û li ser pankartê sedemên çima "Na" nivîsandin. Li ser pankarte “Ji bo civakek elokojîk Na", “Ji bo aştkiyê Na", “Ji bo Azadiyê Na", “Ji bo azadiya jinê Na", “Ji bo mafê zarokan Na", “Ji bo mafê welatiya wekhev Na" nivîsandin û wêneyên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş daliqandin. Yên ku hatin salonê bi lolîponên rengîn ên li ser "Na" nivîsandibûn ketin salonê. Di bernameyê de Hevberdevkên HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Onur Hamzaoglu, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Cîgirê Hevserokatiya HDP'ê Nadir Yildirim, Wekîla Serokê Meclîsê Pervin Buldan, Hevparên HDP, HDK, TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, Parlamenterên HDP'ê û gelek welatiyên din amade bûn. Bernameyê bi tilîlî û siloganên bi kurdî û tirkî "Na", "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. ‘EV KEŞTÎ DÊ BIGÊJE KENDAVÊ' Revebera HDP'ê ya Stenbolê Xunav Altun axaftina vekirinê kir. Piştre Endamê Lijneya Rêveber ya Navenda HDP'ê Çilem Kuçukkeleş, bal kişand ser peyama Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş a 'Dê ev keştî teqez bigêje kendavê' û wiha got: "Ev keştiya Nûh e. Me hemû reng, bawerî û çandê xwe wekî Keştiya Nûh xist vê keştiyê. Em dê bigînin perav û kendavê. Em dê vê keştiyê bigînin peravê da ku mirov azad bijîn." JI BO TIRKIYEYEK DEMOKRATÎK NA Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit, Metnê Deklerasyona "Na" xwend û wiha got: “Em wekî hêza ked, demokrasî aştî û azadiyê ya vî welatî, ji bo Tirkiyeyek demokratîk ku mirov karibin wekî mirovan lê bijîn, hatin cem. Bi têkoşîna ku heta îro em dimeşînin di 94’emîn sala Komara Tirkiye de ji bo em Komarê demokratik bikin, sosyal bikin, li ser vê axê her kes wekî hev di nava welatê hevpar de bijî têdikoşin. Em dê têkoşîna xwe ya ji bo ked, demokrasî, aştî, azadiyê, tekoşina ji bo xweza, mirovahî, wekhevî, hiqûq û jiyanek hev par bi gelê Tirkiye bidin qezençkirin wekî duh me têkoşiya em dê îro jî têkoşîna xwe berdewam bikin. Daxwaza civakê ya jiyanek demokratik, piralî, wekhevî, laîk, ozgurlukçu, ekolojîk civakî her dem heye. Ji bo pirsgirêkên civakî, dîrokî, çandî yên civaka li Tirkiye çareser bibe pêdivîya Tirkiye bi Peymana Civakî teqez heye. Ji bo ruhê hemû kesên cuda û baweriyên cuda bi hev bikelijiye pêdivî bi qanuna civakî heye. Heta niha ev pêdiviya civakê li ber çavan nehatiye girtin. Bi destê Erdoğan-Bahçelî ‘Guhertina Qanûna bingehîn" li gori daxwaza yek kesî pêk tê. Serokomar hem Qanûna Bingehîn îhlal dike û hem jî dixwaze kirasekî ji vê îhlalkirinê re bibîne û ji ber vê yekê dixwaze qanûnek li gorî xwe amade bike. Bi îtîfaqa Erdogan-Bahçelî dixwaze bi guhertina qanûnê ‘îktîdara mutlak" ava bike û rê li pêş rêveberiya yek mirov ava bike. Dixwaze bi vê guhertinê rêveberî, daraz û qanûnçêkirinê tevî têxe destê yek mirov û yek rêveberiyê. Ev daxwaz li gorî welatekî demokratîk pir paşverû ye. Dixwaze bi vê yekê destkeftiyên demokratîk ên li Tirkiye tevî tar û mar bike. Ev guherîn wê pergala demokratîk a yasayî bi pêş ve nebe, her wiha bi kêr neyê ku maf û azadiyên gerdûnî jî bi pêş bikevin, nehêle ku demokrasiya xwe cih jî pêk were. Heta jê were sînorên desthildatdariyê berfireh dike, maf û azadiya welatiyan heta ku jê were wê bêkêr bike. Ji hêla rêgezî û demokratîk ve ne pêkan e ku ev teklîf were qebûlkirin. Mesele ne tenê kesek e. Pirsgirêk ew e ku dixwazin meyleke ne demokratîk, otorîter ku xwe dispêrê ‘rêveberiya yek zilamî’, navendî û totalîter ava bikin. ‘Yek zilam’’ diguherin lê ev sîstema ku dixwazin ava bikin bi dehan salan wê li serê welat bibe bela. Ya ku dixwazin bikin ew e ku dixwazin darbeya sivîl Rewşa Awarte, rejîma BHQ’yan domdar bikin, civakê zêdetir di bin zext û zordariyê de bihêlin, maf û azadiyan tine bikin. Bêguman ev rewş di jiyana me ya siyasî, ekonomîk û civakî de birîna çêbike, dubendiyan bi xwe re bîne. Ev tenê ew hewes e ku dixwazin temamiya vî welatî û her tiştî li gorî kêfa ‘yek zilamî’ girêbidin û guherîna destûrê jî dixwazin bi vê mebestê pêk bînin. Yên ku vê guherînê di Rewşa Awarte de, bi rêyên ne meşrû, bi rêya zext û zordariyê ferz dikin, ziyana mezin didin siberoj û aştiya vê civakê. Yên ku Hevserokên me yên giştî, wekîlên me, hevşaredaran, endamên meclîsê, bi hezaran hevalên me yên partiyê weke rehîneyên siyasî di girtîgehna de digirin, yên ku avaniyên bi vîna jinê ava bûne hildiweşînin, organên çapemeniya muxalîf bêdeng dikin, hin xebatkarên wan digirin, Rêxistinên Saziyên Civakî ku bivênevê ya civaka rêxistiniye, nahêlin ku li zanîngeha ramana azad serwer bibe, akademîsyenan ji peywirê digirin û davêjin girtîgehan, memûran ji kar davêjin, guherîna wan a destûrê ku di vê rewşê de li civakê ferz dikin ne bi mebesta demokrasiyê ye, ji vê hêlê ve ti rewabûna referandûmê nîne. Em ên ku ji bo ku aştî, ked û wekheviya vê cografyayê têdikoşin, bi berpirsyariyek dîrokî re hevrû he. Di rewşeke wiha de ku bi Rewşa Awarte her tişt tê asteng kirin û qedexekirin, neçar in ku em têkoşîna ronakiyê, pêşketinê, rastî û xweşikiyê bidin. Siûdeke wiha li ber me ye ku em têkoşîna ku ev bi dehan salan didin, geştir bikin. Ev ew siûd e ku çewisandî, yên ku hatine vederkirin, kedkar, jin, ciwan, gel û bawerî yên ku têkoşîna azadiyê û demokrasiyê didin dikarin vê geştir bikin. Divê ev siûd di referandûmê de bi ‘NA’yê were tacîdarkirin û ev ê ji bo demoratîzekirina civakê bibe destkeftiyeke pir mezin. . Îro em ên ku hatine vir, ji bo ku em têkoşîna xwe ya bi dehan salan bînin qonaxe nû û veguherînin destkeftinê em ê bibêjin ‘NA’ Ya ku em ê bi paş bixin û bidin rawestandin ‘rêveberiya yek zilamî ye’ Ya ku em ê bi dest ve bînin jî siberoja me hemûyan e. Em ê ji bo her kesî bibêjin, ‘NA’ Em ê di vê xebatê de mal bi mal, kuçe bi kuçe, mirov bi mirov em ê siberojê bihonin.