Li Çanakkaleyê dîsa erdhej çêbû 2017-02-06 14:28:00 ÇANAKKALE - Li Çanakkaleyê erheja pêla wî 5.3 ye çêbû. Li Çanakkaleyê îro cara duyemîn erdhej çêbû. Serê sibehê piştî erdheja di pêla 5.3 de ya saet di 06.51'an vê carê jî saet di 13.58'an de li navçeya Ayvacikê di pêla 5.3 erhejek çêbû. Ji ber erdhejê li gundê Yukarikoy a Ayvacikê hin mal hilweşiyan, 4 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li navçeyê. Lİ gorî Rasatxaneya Kandîlliyê erjhej jibilî Çanakkaleyê li Sîlîvrî, Buyukçekmece, Beylîkduzu yên Stenbolê, Mugla, Îzmîr û Bursayê hate hîskirin.