‘Rêya we ne rê ye' 2017-02-06 14:57:37 WAN - Rêxistina DBP'ê ya Wanê li dijî binçavkirin, girtina siyasetmedarên kurd û tayînkirina qeyûman daxuyanî dan û got: “Rêya hûn tê de, ne rê ye. Hûn di vê rêyê de biçin hûn dê welat bibin tariyê. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê bi armanca li dijî binçavkirin û girtinên siyasetmedarên kurd bertekên xwe bînin ziman li avahiya DBP'ê ya Wanê daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberên DBP, TJA Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê beşdarî daxuyaniyê bûn. Cîgirê Hevserokê DBP'ê Çetin Engin, diyar kir ku hevseroka wan Sevinç Şeker hat girtin û qeyûm tayînî Şaredariya DBP’ê ya Payizavayê kirine. Ergin, diyar kir ku dewlet naxwaze pirsgireka kurd bi riya aştî û muzakereyan çareser bike û wiha got: "Pirsgirêka kurd bi şer, înkar, îmhayê çareser nabe. Îro li hemû Rojhilata Navîn rastiya kurd te qebûlkirin. Bi înkara vê pirsgirêkê dê zerakek mezin bidin Tirkiye." Engin, anî ziman ku di sedsala 21'an de polîtîkayên rizandî yê 100 sal sar berê nikare pirsgirêkên îro çareser bike û wiha got: "Li vî welatî 6 milyon hilbijêrên DBP û HDP''ê hene. Pêkanînên dijdemokratîk û faşizan bi girtin û binçavkirinê bidomin." 'QEYÛM TAYÎNÎ 9 ŞAREDARIYÊN WANÊ KIRIN' Engin, destnişan kir ku tundiya li dijî jinê roj bi roj zêde dibe û wiha got: "Di nava salekê de Wan jî di navde 4 Hevserokên DBP'ê yên Bajaran û bi dehan hevserokên DBP'ê yên navçeyan hatin girtin. Hevserokên DBP'ê yên Wanê Okkeş Kava, Murat Sarisaç, Caziye Duman û herî dawî Sevinç Şeker bi awayekî dijhiqûq hat girtin û şandin girtîgehê. Qeyûm tayînî şaredariya DBP'ê ya Payizava kirin. Li Wanê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî di navde di 4 mehan de qeyûm tayînî 9 şaredariyên me kirin. Ev talankirin, wêrankirin, înkar û îmha ye. Em dubare dibêjin rêya hûn dête diçin ne rê ye. Ev rê dê gelê me û Tirkiye bibe nava tariya bê bînî. Referandum dê pêşeroja Tirkiye û Kurdistanê diyar bike. Ji bo pêşerojek ronak û demnokratik em dê bêjin Na"