Li Şaredariya Agiriyê endamên meclîsê ji peywirê hatin girtin 2017-02-06 20:38:33 AGIRÎ - Wezareta Karên Navxweyî, Alîgirê Hevşaredariya Şaredariya Agiriyê û 5 endamên meclîsa şaredariyê ji peywirê wergirtin. alîgirê Hevşaredariya Şaredariya Agiriyê Omer Polat û endamên meclîsa şaredariya DBP'î Fehim Çetinkaya, Kutbettin Torun, Gulsum Demir, Burhan Taşdemir û Murat Aydemir ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ji peywirê hatin girtin.