Hevşaredarê Findikê Ahmet Ece hat girtin 2017-02-06 21:50:22 ŞIRNEX - Hevşaredarê bajaroka Findikê Ahmet Ece, bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hat girtin. Hevşaredarê bajaroka Findikê ya navçeya Cizîr a Şirnexê Ahmet Ece ku serê sibê li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê hatibû binçavkirin hat girtin. Hevşaredar Ece bi riya SEGBÎS'ê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê beşdarî dozê bû. Heyeta dadgehê der barê Ece de bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" biryara girtinê da. Hate hînbûn ku Ece birine Girtîgeha Metrîsê. Her wiha 5 welatiyên ku beriya 3 rojan li Cizîrê hatibûn binçavkirin jî, piştî îfadeyên wan ên li Miduriyeta Polîsan a Cizîrê serbest hatin berdan.