Li du taxên Nisêbînê qedexeya derketina derve 2017-02-06 21:54:51 MÊRDÎN- Li taxên bejahiyî yên Çalikoy û Kûyûlara Nisêbînê qedexeya derketina derve hat îlankirin. Hat diyarkirin ku li herêmê operasyona leşkerî dest pê kiriye. Li du taxên bejahiyî yên navçeya Nisêbîna Mêrdînê, ji aliyê Walîtiya Mêrdînê ve qedexeya derketina derve hat îlankirin. Di çarçoveya qedexya hat îlankirin de, hat diyarkirin ku li taxên bejahiyî Çalikoy û Kûyûlarê operasyona leşkerî dest pê kiriye.