Çanakkaleyê bi erhejê dest bi rojê kir 2017-02-07 08:50:44 ÇANAKKALE - Li navçeya Ayvacik a Çanekkalayê erhejekî pêla wî 5.3 ye çêbû. Li navçeya Ayvacik a Çanakkaleyê ku bi şev heta sibehê erdejên biçûk çêbû serê sibehê jî erdehejek din çêbû. Li gorî Rasatxaneya Kandîllilê ya Zanîngeha Bogazîçî pêla erhejê 5.3 ye û hate gotin ku erdhej 5 kîlometre di bin erdê de çêbûye. li gorî agahiyan ji ber erdhejê li gundê Taşagilê mizgeft û yi gundê Yukarikoyê jî li hin malan xisar çêbûye. Li Çanakkaleyê duh jî serê sibehê saet di 06.51 û 13.58'an de erghejên pêla wan 5.3 ye çêbûbû. Jibilê jî vî zêdetirî 120 erdhejên biçûk çêbûbû.