Gelek sedemên 'Na' yê hene 2017-02-07 09:03:33 MÊRSÎN - Serokê Şaxa Egîtîm-Sen'a Mêrsînê Sinan Muşlu, diyar kir ku heke pakêta guherandina Qanûna Bingehîn di referandûmê re der bas bibe, dê pergala perwerdehiyê û kedkarên perwerdehiyê rastî pirgirêkên mezin bên û got: "Em dê ji bo perwerdehiye bi zimanê dayikê, laîk û zanistiyî di referandûmê de bibêjin "Na". Serokê Şaxa Egîtîm-Sen'a Mêrsînê Sinan Muşlu, li dijî pakêta guherandina Qanûna Bingehîn a dê berpêşî refarndûmê bê kirin, diyar kir ku ew ê bibêjin "Na" û sedemên "Na"yê rêz kirin. Muşlu yê yek ji wan kedkarên perwerdehiyê yê di OHAL'ê de hat îxarackirin got, heke di referandûmê de encameke ji aliyê îktîdarê derkeve holê, dê li Tirkiyeyê bi temamî krîterên demokratîk ji holê rabin. ‘JI BO PERWERDEHIYEKE LAÎK Û ZANISTIYÎ PÊK BÊ DI REFERANDÛMÊ DE NA' Muşlu, diyar kir ku dê rejîma tekpartiyî têkeve dewrê û wiha axivî: "Em wek perwerdekaran ji bo perwerdehiya laîk, zanistiyî, demokratîk û zimanê dayikê pêk bê, em ê bibêjin 'Na'. Ji bo aştî, demokrasî û azadî pêk bên em ê bibêjin 'Na'. Muşlu, diyar kir ku hikûmet di qada perwerdehiyê de hin guhertin kirine, dibistan li gor fikra xwe ta oldar û kîndar dîzayn kirine û wiha got: "Niha hemû dibistan veguherandina Îmam Xetîban. Dê yên mayîn jî wisa bikin. Dê mufredata dibistanan bi temamî li ser esasên perwerdehiyeke oldar bê guherandin, dê hemû krîterên zanistiyî bên mehandin, der barê feraseta laîk û zanistiyî çi hebin dê bên mehandin." ‘JI BO RAWESTANDINA TASFIYEYAN NA' Muşlu, dest nîşan kir ku hikûmet di serî de li qada perwerdehiyî û bi giştî li gelek qadan dest bo kadrobûyînê kiriye û anî ziman ku, ji bo tasfiyekirina perwerdekarên ku baweriya xwe bi xebata demokratîk û zanistiyî tînên dê pêvajoyeke tasfiyeyê têkeve dewrê. Muşlu, got heke bi pakêta guherandina Qanûna Bingehîn hemû hêz têkeve destê yekesî, dê telafiya çareserkirina pirgirêkan nemîne û wiha domand: "Dê pêvajoya perwerdehiyeke li gor normên yekesî û partiyê bê sererastkirin. Mufredata perwerdehiyê ya di bin 52 sernavan de hatiye amadekirin, bi nêrîneke oldariyî hatiye amadekirin. Li pêşberî me mufredateke ku bêhna Neo-Osmaniyê jê tê heye. Me mufredatên berê jî laîk û zansitiyî nedidîtin. Lê belê, hindik be jî hin krîterên zanistiyî tê d ehene, dê ev jî ji holê bên rakirin. Li holê ferzkirinek heye. Ji bo ev mufredat neyê sepandin, ji bo tasfiyeya perwerdekaran bê rawestandin em di wê fikrê de ne divê her kes bibêje 'Na2." Muşlu, diyar kir ku ji bo daxwazên kedkarên perwerdehiyê bên sepandin divê kampanyaya "Na"yê berbelav bibe û got, divê ev bi awayekî rêxistinbûyî, bi rêya sendîka, konfederasyonan pêk bê. Muşlu, anî ziman ku ji bo perwerdekar nebêjin "Na" tu hinceteke wan tune ye û got, ji bo her kesî bi xêr û bêr be.