Leşkerên xweparastinê ber bi Reqayê ve dimeşin 2017-02-07 09:06:08 REQA- Hêzên Erka Xweparastinê yên bi hêza xwe ya hezar leşkerî di pêngava sêyemîn a operasyona Reqayê de cih girt wiha got: "Parastina gelê me peywira me ya sereke ye." Hêzên Erka Xweparastinê yên di pêngava sêyemîn a operasyona "Xezaba Firatê" di bin banê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de cih digirin, li dijî DAIŞ'ê berxwedaneke bêhempa nîşan didin. Endamên Hêzên Erka Xweparastinê yên bi hezar leşkerî beşdarî oeprasyona azadkirina Reqayê bûn diyar kirin ku, ew ji bo parastina gelên xwe şer dikin û ji bo beşdarbûyîna refan bang li reqayiyên ku ji ber zilma DAIŞ'ê bajarên xwe ji neçarî terikandin kirin. LEŞKERÊN XWEPARASTINÊ LI ENIYÊ NE Ji fermandarên Erka Xweparastinê Egîd Leheng, diyar kir ku hêza wan a ji hezar kesî pêk tê di navbera milên Bîr Heba û Xinizê de dabeşî du komên 500 kesî bûne û got, li eniyên herî pêş cih digirin. Leheng, anî ziman ku di pêngava sêyemîn de leşkerên bi eslê xwe ji Reqayê ne cih girtine û ji bo azadkirin û parastina Reqayê wan hemû amadekariyên xwe kirine û bi moralekî mezin li eniyan cihên xwe girtine. Leheng wiha axivî: "Ji bo em gelê xwe yê dîlgirtî rizgar bikin li vir in. Di her du milan de jî hêzên me cih digirin. Her wiha di riya ku ji vir diçe Reqayê jî hêzên me bi cih bûne. Em wek hêzeke nêzî hezar kesî beşdarî vê pêngavê bûne. Di operasyonan de em li eniya herî pêş cih digirin. Em li vir bangî gelê Reqayê dikin. Em gav bi gav ber bi bajêr ve tên. Em dixwazin li dijî çeteyan ew jî serî rakin." PEYWIRA SEREKE PARASTINA GEL E Ji şervanên Erka Xweparastinê Zagros Qamişlo jî anî ziman ku, wan beşdarbûna pêngavê wek peywireke însanî dîtiye û dest nîşan kir ku ew wek şervanên gel bi berpirsiyarî etvdigerin û got, li vê erdnîgariyê peywira sereke parastina gel e. Qamişlo, diyar kir ku gelê Reqayê jî beşdarî vê bûne û wiha axivî: "Em ê gelê Reqayê ji tarîtiya DAIŞ'ê rizgar bikin. Em li vir careke din soz didin gelê Reqayê. Em tên, li benda me bin. Şervanên niha liv ir, hemû bi dildariyî û xwestekî li eniyê cih digirin. Em bi vê vînê li vir in." LI REQAYIYAN BANGA VEGERIN Şervanê bi navê Diyar Loqman Seîd jî dest nîşan kir ku, ew ê gel û bajarê xwe terkî feraseta DAIŞ'ê nekin. Seîd, bang li mirovên ku ji ber DAIŞ'ê ji neçarî terka warên xwe kirine jî kir û wiha domand: "Ez pêşî bang li ciwanan dikim. Werin vir û xaka xwe ji DAIŞ'ê rizgar bikin. Ancax bi vî awayî em dikarin jiyaneke hevpar ava bikin û bijîn. Em ji be rşer reviyan hatin vir. Ji bo parastina xakên xwe em xwêdanê dirijînin." Nazim Daştan-dîhaber